Mêrê sê gule li hevjina xwe da dawî li jiyana xwe anî

Mêrekê bi çekê xwest hevjina xwe bi kuje û pîştî gule li hevjîna xwe barand bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.

Silêmanî - Li Başûrê Kurdsitanê her roja ku diçe hêjmara kuştin û xwe kuştina jinan zêde dibe. Îro danê siharê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmanî mêrê bi navê Edanan Xalid bi çekê xwest hevjina xwe ya bi navê Sînor bi kuje, pîştî ku sê gule li hevjîna xwe da bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.
Li gora zanyariyên ku Rêveberiya Beşa Lezgin a Nexweşxana Silêmaniyê dayî jina ku bi çekê êrîş lê hatî kirin bi giranî birîndare û rakirine nexweşxanê û mêrê ku êrîşê hevjina xwe kirî li cihê buyerê bi heman çekê dawî li jiyana xwe aniye.