Meral Daniş Beştaş: Me bi pêşhilbijartinê namzetên xwe diyar kir

Parlementera DEM Partî Meral Daniş Beştaş diyarkir ku bi pêşhilbijartina ku ji cîhanê re bibe mînak namzetên xwe diyar kirine û got: “Emê polîtakayek ku me daye qezenckirin bixin meriyetê.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Pêvajoya diyarkirina namzetên partiyên siyasî a ji bo hilbijartinên xwecihî ku wê di 31’ê Adarê li Tirkiye were pêkanîn berdewam dike. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî) li bajarê Kurdistanê di 13-14’ê Çileyê de pêşhilbijartin li darxistin. Di wan hilbijartinên ku beşdarî zêde bûn de, hevserokên ku bajar rêve bibin hate diyarkirin. Li gel vê ji niha ve derbarê hilbijartina 31’ê Adarê de li navçe û bajaran gelek hîle derdikevin holê. Yek ji van hîleyan jî veguhestina hilbijêran e.

Parlementera Erziromê a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş derbarê diyarkirina namzetên partiya xwe, pêşhilbijartin, veguhestina hilbijêr û hîleyên hilbijartinê de ji ajansa me re nirxand. 

‘Li bajaran şahiya demokrasiyê bi coşek mezin hate kirin’

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi pêşhilbijartinên ku ji siyaseta Tirkiye û cîhanê re bibe mînak namzetên xwe diyardikin û îfade kir ku ev rewş di nava gel de coş û heyacanek mezin ava kiriye. Meral Daniş Beştaş da zanîn ku partiya wan ji derveyî li Kurdistanê di bajarên ku lê yekem û dûyem de wê li bajarên rojava jî ji bo derxistina namzetan xebat dikin û lez dane xebatên xwe yên di vê derbarê de. Meral Daniş Beştaş wiha got:

“Li bajaran şahiya demokrasiyê bi coşek mezin hate kirin. Li aliyê din car din tenê em di navendên ku lê yekem û dûyem de dengdana gel dikin. Lê belê li navendên din, em ê li kijan bajaran bikevin hilibijartinê tê ragihandin. Di rojên pêş de wê xebat bi lez bibin. Li vê derê nexşeya bingehîn ya DEM Partiyê, daxwazên gel, pêşniyarên gel bi nîqaşên berfireh wê mezin bibe.”

‘Ya bingehîn daxwaz û pêşniyarên gel e’

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku DEM Partî polîtakaya ‘bi xwe bidin qezenckirin’ bingeh digre û got: “Di vê pêvajoyê de tenê MYK û PM ya DEM Partî biryar nade, xebatek gelek cidî ya fizibilite tê meşandin. Li vê derê tişta were bingeh girtin destpêkê daxwaz û pêşniyarên gel e. Di encam de em weke patiyekê ji bo em qazanc bikin em ketine rê. Weke partî, gel û jin ji bo em qezenc bikin em ketine rê. Di 31’ê Adarê de wê yek ji mottalayên herî bingehîn polîtakaya ku me bi xwe daye qazanckirin li her aliyê em bixin meriyetê be.”

‘Veguhsetina dengan bi pergalî kirin’

Meral Daniş Beştaş bal kişand ku li herêmên AKP’ê roj bi roj dihele, ji ber dizane gel piştgiriya wan nake serî li hîleya ‘veguhestina hilbijêran’ dane. Meral Daniş Beştaş da zanîn ku mijar ji nêz de dişopînin dest bi îtirazên pêwîst kirine û wiha dom kir:

“Ev veguhestina dengan ji demê berê heta roja îro weke sistematik lê kirine. Bi awayek çêkirî li gelek navendan hile nêzî 5 hezar veguhestina hilbêjêran heye. Ev jî hedef dike ku encama sindoqê raste rast bandor bike. Li wê derê astengkirina derketina îradeya hilbijêr û ji bo bikevin pêşiya rêveberiya mirovan a bi xwe, vê weke berdewamiya qeyuma pêk tîne. Barkirina mirovên ku li wî bajarî jiyan nakin, ne yê ku li vê derê jiyan dike, îradeya mirovên bi awayê barkirinê dixwazin. Ev ji beriya her tiştî rewşek ku ne girêdayî exlaqê siyasî û ne jî wijdanî û bi hiqûqa hilbijartinê nayê îzahkirine. Bila gel di derbarê vê mijarê de xirabûnekê jiyan nekin. Vêya di demên berê de jî kirin, tevî vê me qezenc kir. Em ê cardin qezenc bikin. Ji bo vê divê em hemû bi hêza xwe bixebitin.”