Mehrîcan bi dayina xelatan dawî bû

6'emîn mehrîcana wêje û hunera jinê duh bi dirûşma "Jin giyanê çandê vejîn dike" destpêkiribû, îro bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

Qamişlo – Bernameya 8'ê Adarê ya Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" di 23'ê Sibatê bi daxuyaniyekê hatibû eşkerekirin, bi çalakiyên cur be cur berdewam dike. Di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê de mehrîcana wêje û hunera jinê ku duh dest pê kiribû îro bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

Di roja duyem a mehrîcanê de nivîskar, şanoger, stranbêj, komên govendê û mêvanên amade bi cil û bergên gelerî beşdarî mehrîcanê bûn. Mehrîcana jinan li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate li dar xistin. Hola mehrîcanê bi pêşengeha wêneyan û cil û bergên gelerî hatibû xemilandin. Her wiha jinan di holê de berhemên destan pêşkêşî mevanan kiribûn. 

Di roja duyemîn a mehrîcanê de helbestvana bi navê Rewan Comî li ser Efrînê û helbestvana ji pêkhateya Suryan Gewriyê Hena  jî li ser jinê helbestên xwe pêşkêş kirin. Kurte filîmek li ser hezkirina jinê ji welatê wê re hate pêşandan. Her wiha Koma şano ya Hîlala Zêrîn  a bajarê Hesekê şanoyek têkildarî "Dema ku raman koçber" dibin pêşkêş kirin. Koma Gere stêrk a defê ya Çand u Hunera Xabûr a bajarê Hesekê stranên xwe pêşkêş kirin.

Di derbarê mehrîcanê de,Endama Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Nesma Ilyas nêrîna xwe parve kir: "Me mehrîcana wêje û hunera jinê ya 6'emîn bi dirûşma "Jin giyanê çandê vejîn dike" du rojan li dar xist. Mehrîcana wêje û hunera jinê her sal bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tê li dar xistin û jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin. Ev mehrîcan her sal ji aliyê jinan ve bi kelecanek mezin tê pêşwazî kirin. Her wiha tişta ku herî zêde bala mirovan dikşîne ewe ku jin bi cil, berg, huner û berhemên xwe beşdar dibin. Wê ev kevneşopiya me her sal dewam bike, ji ber ew mehrîcan jî encama şoreşê pêk hat."

Mehrîcan bi belav kirina xelatan bi dawî bû.