Medya û sûcên veşartî: Tundiya zêde dibe, an jî zelalbûnek zêdetir?
Bandorên derûnî yên destdirêjiyê kûr û wêranker e. Dema ku medya van mijaran her ku diçe zêdetir dike rojev, ev pirs dikeve serê mirov: Gelo ev sûc zêdetir dibin, an jî bi saya medyayê bêtir tên dîtin?

SAYÎDA ŞÎRZAD
Navenda Nûçeyan – Destdirêjî sûcek wisa ye ku ji bo her temenî û her kesî, bi taybetî ji bo jinên di emrê zarokatiyê de, dibe sedema pirsgirêkên cidî yên derûnî û civakî. Di demên dawî de li bajarên cûda yên Îranê bûyerên destdirêjiyê yên di nav ambulansê de rû dan. Derbarê van bûyerên ku rû didin de, me bi teknîsyena tibî û pispora derûnî Kuhistan B. re hevdîtin çêkir.
Kuhistan B. da zanîn ku nûçeyên bi vî rengî yên di civakê de, her ku diçe zêdetir tên bihîstin, tundiya ku jin di nav civakên mêr serwer de pê re rû bi rû tên, zelaltir nîşan dide. Kuhistan B. got: “Di vê wateyê de gelo sûcên di bin navê namûsê de tên kirin û bûyerên destdirêjiyê zêde dibin an na, bûye mijarek nîqaşê. Gelo ev bûyer bi rastî jî zêde dibin ango bi belavbûna torên medyaya dîjîtal bêtir tên bihîstin?”
Kuhistan B. anî ziman ku astekî mezin a tundiya ku jin pê re rû bi rû tên nakeve bin qeydan û li ser daneyên fermî xuya nake. Kuhistan B. wiha got: “Yekeyên alîkariya lezgîn ên fermî yên Îranê û saziyên dewletê tenê aliyên xuyayî ya hejmarên tên ragihandin parve dikin. Lê belê ji sedî 70’yê bûyeran, nakeve nav qeydan.”
Kuhistan B. destnîşan kir ku li gorî demên berê, bertekên kesên ku bi destdirêjiyê re rû bi rû tên guheriye û wiha pêl da axaftina xwe: “Berê gelek jin dema ku rastî destdirêjiyê dihatin, bêdeng diman an jî ji ber zextên civakî xwe dikuştin. Mexdûr nediaxivîn, kesê sûcdar aşkera nedikirin. Îro bi riya amûrên medyaya dîjîtal ev mijar zêdetir dibin rojev û dengê mexdûran bêtir tê bihîstin.”
Kuhistan, ragihand ku di hin civakan de tenê destirêjiya fîzîkî wek ‘destdirêjî’ tê dîtin û wiha got: “Mijarên mîna zimandirêjî, nêzîkatiyên ku nayê xwestin an jî tundiya zayendî ya derûnî û êrîşên din, ji nedîtî ve tê. Ev jî gelek caran dibe sedem ku mexdûr nikaribin tiştên ku hatine serê wan, bêjin. Êrîşên zayendî yên ku jin û zarok lê rast tên, dibe sedema pirsgirêkên derûnî ku vê yekê di tevahî jiyana xwe de dijîn.”
‘Destdirêjî pirsgirêkek global e’
Kuhistan B. destnîşan kir ku destdirêjî ne tenê pirsgirêka welatek an jî rêveberiyek e, pirsgirêkek global e ku li seranserê dinyayê jin bi vê pirsgirêkê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Destdirêjî xwedî bingehek derûnî ye. Dibe ku di encama ajoyên hatine tepisandin, zextên civakî an jî travmayên takekesî de be. Lê ji ber ku civak girîngiyê nade teduristiya rihî, di warê pêşî girtina bûyerên mîna destdirêjiyê de, kêmasiyên mezin hene.”
Polîtîkayên lawaz ên Îranê di têkoşîna li dijî destdirêjiyê de!
Derûnnas Kuhistan B. bal kişand ser polîtîkayên ne bes ên Îranê ku di pêşîgirtina bûyerên destdirêjiyê de tên meşandin û wiha domand: “Dewleta qaşo, di bin navê ewlekariya jinan de hîzarê ferz dike. Lê jinên ku serê wan girtî ne jî, bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Polîtîkayên dewletê jinan naparêzin.” Kuhistan B. bal kişand pirsgirêkên venêrînê yên di saziyên giştî de û got: “Mînak li cihên mîna nexweşxane an jî cihên pîr û kal lê ne, êrîşên zayendî tên kirin. Ev nebesiyên dewletê di vê mijarê de destnîşan dike. Lewra ji bo pêşîlêgirtina mijarên destdirêjiyê, pêwîst e hinek mekanizmayên cûda bên pêkanîn.”
Kuhistan B. anî ziman ku di rewşa heyî de yasa nabe sedem ku pêşî li kesên sûcê destdirêjiyê dikin bigre û wiha got: “Yek ji mijarên girîng jî, nebûna piştevaniyek hiqûqî an jî derûnî ya ji bo mexdûrên destdirêjiyê ye. Ger ku mexdûrên destdirêjiyê difikrin ku ewê piştevaniyê nebînin û dawî li jiyana xwe tînin, ev binkeftina pergala edaletê û civakê ye.”
Kuhistan B. diyar kir ku ji ber du sedemên bingehîn derûnnas li Îranê nikarin bi awayek bi bandor piştgiriyê bidin civakê hene û van sedeman wiha anî ziman: “Nebesiya perwerdehiyê û nebesiya ezmûna pratîk, xizmeta şêwirmendiyê ya derûnasan dijwar dike. Sînorên ku dewlet ava kirine, qadên azadiya derbirînê û lêkolînê ya derûnasan teng dike. Ji ber ku axaftina li ser mijarên mîna destdirêjiyê tabû ne, derûnas nikarin bi awayek rast alîkariyê bidin kesên ku serlêdana wan dikin. Ji ber vê yekê mexdûrên êrîşa zayendî gelek caran dibêjin bêdeng bimînim çêtir e.”
Bandora ragihandinê û zanakirina civakê
Kuhistan B. li ser rola ragihandinê ya di vê mijarê de jî sekinî û got ku ger wiha bibe, ragihandin bi rola xwe rabe, ewê di civakê de ‘zanista xweparastinê’ bipêş bikeve. Kuhistan li ser vê mijarê wiha got: “Hin kes difikrin ku ger nûçeyên bi vî rengî belav bibin, dê bûyerên destirêjiyê jî zêde bibin. Lê rastî berovajiyê vêya ye. Civak di mijarên bi vî rengî de çiqas bê zanakirin, di mijara xwe parastinê de jî ewê ewqas bihêz bibe. Mînak bûyera destdirêjiyê ya di nav ambulansê de rû da, bû sedem ku gelek kes li hemberî vêya hişyar bin. Di civakek ku medya bê deng e de, bûyerên bi vî rengî veşartî dimînin û nayên cezakirin. Lê dema ku medya azad be, mirov hay ji mafên xwe çêdibin û riya xwe parastinê bipêş dixin.”
Kuhistan B. herî dawî anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina destdirêjî û êrîşa zayendî, pêdivî bi cezayên ku sûcdaran bitirsîne heye û divê mexdûrên tundî û destdirêjiyê bên parastin. Kuhistan B. anî ziman ku di vê mijarê de berpirsiyariyek girîng jî dikeve ser milê ragihandinê ku di nav civakê de hişyariyê ava bike û nûçegîhaniyek li gor vê yekê bike.