Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê doz li dewleta Tirk vekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan yê herema Cizirê ji bo darizandina dewleta Tirk a li Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne serî li dadgeha Qamişlo dan.

Qamişlo – Dewleta Tirk  ji bo dagirkirina xaka Başurê Kurdistanê ji sala 2017’an ve bênavber êrîş dike. Dewleta Tirk li hemberî gerîllayên  HPG û YJA-Starê, ji sala 2021'an ve kiryarên wek bi kar anîna çekên kimyewî û bi gazên bijehr ku asta navnetewî de bi karanîna van çekan qedexe ye bi kar tîne. Ji bo lêkolina bi karanîna çekên kimyewî gelek car heyet xwestin biçin heremên ku çekên kîmyewî lê tên bikar anîn, lê ji ber êrîşen dewleta Tirk û astengkirina PDK nikaribûn biçin cihê bûyeran. Ruxmê ewqas belge û dîmen heye ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar tîne, lê Rêxistina Pêşîlêgirtina çekên kîmyewî (OPCW) li hemberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng e.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo darizandina dewleta Tirk doz li dadgeha bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan li ber dadgeha bajarê Qamişlo daxuyanî da çapemeniyê ku gelek malbatên şehîdan beşdar bûbûn. Dayikên şehîdan ên ku beşdarî çalakiyê bûbûn nêrînên xwe parve kirin.

‘Divê dewleta Tirk bê darizandin’

Felek Ehmed bal kişand ser bêndengiya cîhanî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk û wiha got: “Dewleta Tirk li axa Başurê Kurdistanê bi bin ketiye, ji lewra çekên qedexekirî li hember zarokên me bi kar tîne ku zarokên me ji ber wê çekê qedexekirî şehîd ketin. Bi kar anîna çekên qedexekirî di şerên heyî de qedexe ye, ruxmê bi belge û dîmen hatin parvekirin, lê hemû cîhan li hember van kiryaran bêdengiya xwe diparêzin. Bes e êdî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re. Bila êdî cîhan dengê me bibîhîse û xwe kerr, lal û kor neke. Pêwist e zext li ser dewleta Tirk were çêkirin da ku kiryarên dij mirovî pêk neyne. Her wiha daxwaza me ew e ku dewleta Tirk li aliyê mirovahiyê ve were dadgeh kirin.”

‘Ji bo dadgehkirina dewleta Tirk me doz vekiriye’

Aîda Xelîl êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û helwesta xwe wiha anî ziman: “Dewleta Tirk herdem êrîşî gelê Kurd dike û di van salên dawî de li hember zarokên me çekên qedexekirî yên kîmyewî bi kar tîne. Dewletên ku dibêjin em xwedî demokrasî ne, helwestên xwe li hember dewleta Tirk nîşan nadin. Em bang li hemû dewletên navneteweyî û saziyên navneteweyî dikin ku bila xwedî li gotin û qanûnên ku danîne derkevin û parastina mafê mirovan bikin. Dema mijar dibe kurd hemû cîhan bêdeng dimînin û ji bo berjewendiyên xwe pişgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin. Dewleta Tirk ne îro, ji dîrokê bigire heta roja îro êrîşî me dike û li ber çavê hemû cîhanê komkujiyan pêk tîne. Îro em hatine da ku dewleta Tirk li hember sûcên ku pêk aniye bê darizandin. Em ê her li ser piyan bin û doza zarokên xwe biparêzin.”

‘Êdî bes e’

Hikme Edlê jî da zanîn ku ew ji bo darizandina dewleta Tirk îro doz vekirine û wiha got: “Ji bo darizandina dewleta Tirk, îro dayikên şehîdan li ser piya ne û doza mafê zarokên xwe dikin. Divê hemû sazî û dezgehên xwedî wijdan bikevin tevgerê da ku dewleta Tirk bê dadgehkirin. Em êrîşên dewleta Tirk û hevalbendên wî şermezar dikin. Êdî bes e ji kiryar û hovitiya dewleta Tirk re. Tu mafê dewleta Tirk nîne ku were li ser axa me û qetlîama me bike. Dewleta Tirk dewletek kujer e û daxaza me ew e ku dewleta Tirk di asta navneteweyî de bê darizandin.”