Meclîsa Jinên Sûriyeyê li ser giringiya Zagona Jin semînerek li dar xist
Meclîsa Jinên Sûriyeyê derbarê giringiya Zagonê Jin di Rêveberiya Xweser de semînerek li dar xist. Ji rêveberên meclisê Behiya Murad li ser rêbazên karanîna zagonê nirxandin kir
Qamişlo - Meclîsa Jinên Sûriyeyê li ser Zagonê Jin û giringiya wê di Rêveberiya Xweser de semînerek da. Semîner li Parka Xwendinê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna Endam û Rêveberiyên Rêxistinên Jinan hate li dar xistin.
Di 8'ê Îlona 2017'an de Meclîsa Jinên Sûriyeyê hate avakirin. Heta niha meclisê gelek xebatên mina panel, semîner, nîqaş, komxebat û civînên derbarê rol, mîsyon, zagon û mafê jinê di nava civakê de li dar dixe. Îro jî di çarçoveya xebatên xwe de semînerek derbarê zagona jinê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li dar xist. Semîner ji aliyê Rêveberiya Mala Jinê ya Qamişlo yê Behiya Murad ve hate dayîn.
Giringiya Zagona Jin di pergala Rêveberiya Xweser de
Behiya Murad binpêkirina mafê jinan nirxand û da zanîn ku rol û mîsyona jinê di nava malbat û civakê de tê winda kirin û ev tişt got: "Di nava civaka heyî de jin ji gelek mafê xwe dûre û bê maf dijî. Her wiha rol û mîsyona jinê di nava malbat û civakê de hatiye windakirin. Di heman demê de jin di nava malbatê de ji mîrasê jî bê pare. Lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ev kevneşopiya civakê hat hilweşandin û îro hemû pêkhate bi projeya netewa demokratîk tev digere. Di armanca Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de mafê jinê bingehe. Her wiha hemû pirskirêkên civakê bi riya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê çareser kirin. Di pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jin xwedî rol û mîsyone. Her wiha wekheviya di navbera her du zayendan de tê esas girtin. Hemû kar û xebatên civakî, siyasî, leşkerî, jiyanî û hwd. cihê xwe digire. Her wiha li dijî zewaca pir jinî, zewaca bi temen biçûk, tundî û qetilkirina jinê ye. Kesên ku li gor van zagonan nemeşin dê werin ceza kirin."
Semîner bi pirs û bersivê bi dawî bû.