Meclisa Jinên Sûriyeyê: Em encamên ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ napejirînin
Meclisa Jinên Sûriyeyê der barê ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ de ku duh li Şamê hate lidarxistin, daxuyanî da û got: “Jinên Sûriyeyê dê qebûl nekin careke din kirasê zilmê li xwe bikin. Em encamên ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ napejirînin.”

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinên Sûriyeyê der barê ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ de ku duh li Şamê hate lidarxistin, daxuyaniyek da û metirsiya xwe ya der barê dubarebûna senaryoya rejîma Baasê ya hilweşiyayî de anî ziman.
Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: "Em wek Meclisa Jinên Sûriyeyê hemû tiştên ku di encama konreya ku xebatên wê bi zîhniyeta dûrxistin, înkar û nepejirandinê pêk tên, red dikin.
Wek jinên Sûriyeyê, me têkoşîn kir ji bo ku Sûriyeyê bi pêş de bibin û di hembêza wê de bi rûmet bijîn. Em ê nebin amûrek ji bo rewakirina rewşa Sûriyeyê ya nebaş. Ev kongre berî li dar bikeve, mirî bû, gelê Sûriyeyê û bi taybet jinên Sûriyeyê dê qebûl nekin careke din kirasê zilmê li xwe bikin.”