Meclisa Jinan a DEM Partî: Jin dê sala 2025’an bikin sala aştiyê

Meclisa Jinan a DEM Partî bal kişand rastiya şer ê ku bandorê li hemû cihanê kiriye, ji bo aştiyê banga rêxistinbûnê kir û got: “Jin dê sala 2025’an bikin sala aştiyê.”

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku li dijî şer kampanyaya “Em ji bo jiyaneke azad û wekhev bi israr in, li dijî şer in” dane destpêkirin. Meclisa Jinan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da û deklarasyona xwe ya têkildarî kampanya û xebatan eşkere kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk deklarasyon xwend.

Sevîlay Çelenk diyarkir ku îro li hemû cîhanê gel di nava şerekî topyekûn de ne û wiha got: “Hikûmetên antî-demokratîk, milîtarîst, nêrza û otorîter ên ku mayîndebûn û berdewamiya xwe di ser her tiştî re dixin pêş, hewl didin şeran weke encama pirsgirêka jiyanê ya neçarî li hemû cîhanê nîşan bidin û şer rewa bikin. Lê wek ku tecrubeyên cîhanê û tevgerên dijî şer gelek caran tînin bîra me û di şer de serketî tune. Hemû şer li pey xwe gelek bermahiyan dihêlin. Şer êrişa li dijî yekitiya fizîkî, mafê jiyanê û rûmeta mirovan e. Jiyan tên windakirin, bajar tên wêrankirin, xweza, dîrok, çand û mîrateyên hunerê bê veger tên tunekirin. Ne mimkûn e ku ev êşa mezin, ev komkujî û ev zulm di sedsala 21’ê de carek din biqewime.

Ji bo aştiyê giringiya rêxistinbûnê

Xeteriya şer û qirkirinê tu carî ji cîhanê kêm nebûye. Mixabin her çend ne zehmet be jî divê li dijî şer rêxistinbûnek hebe. Di rastiyê de wêraniya mezin a ji ber du şerên hevpar ên emperyalîst ên mezin û jenosîdên ku bi van şeran re hevdem pêk hatin, nebûn sedema polîtîkaya bi tundî dûrketina ji şeran. Şerên etnîkî yên ku li Ewropayê, kêmtirî pêncî sal piştî şerên mezin, li axa Yugoslavyaya berê qewimîn, her wiha nîşan da ku meriv çiqas zû dikare bikeve nav heman rojeva şerên tirsnak. Qirkirina Ruandayê ku di heman serdemê de pêk hat, bi zelalî eşkere kir ku xeteriya şer û qirkirinê ji cîhanê derneketiye û wê tu carî cîhanê bi serê xwe neterikîne û ji bo aştî û xebatê divê xwe bi rêxistin bikin.”

‘Dawî li şer û pevçûnan nayê’

Sevîlay Çelenk da zanîn ku Li Sûriya 13 salên şer li pey xwe hêlaye û wiha dom kir: “Piştî Qirkirina Êzidiyan a DAIŞ’ê ya li Şengalê ku weke fermana 74’an tê zanîn, dawî li şer û pevçûnan nayê. Her wiha di hemû pevçûnên li Tirkiyeyê û li erdnîgariya Rojhilata Navîn de bi awayekî zelal tê dîtin ku pirsgirêka kurd bi darê zorê tê xistin û şer li ser kurdan tê ferzkirin. Herî dawî jî serdema şerê ku bi êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, şerê Îsraîl-Filîstînê û komkujiyên hovane yên li Xezayê dest pê kir, çarçove û asta vê têkoşîna berjewendiyan berfirehtir kir. Îro tu kes tune ye ku bi awayekî teqez bibêje ku şerekî nû yê cîhanê, ango şerê cîhanê yê sêyem nabe. Yên ku li ser vê mijarê dixebitin dibêjin ku şerê cîhanê yê sêyemîn ji niha ve bi rengê şerên wekaletê dest pê kiriye, wek şerê ku li Rojhilata Navîn û Ukraynayê berdewam dike.

‘Şer û tecrîd belav dibe’

Dema em ji nêz ve li Tirkiyeyê mêze bikin, tê fêmkirin ku bi pirsgirêka kurd re şerekî germ heye, her çend di gotina serdest de neyê qebûlkirin jî, hem rasterast hem jî nerasterast ketiye bin bandora vî şerê pir tund. Ev nakokiya ku di dîroka komarê de belav bûye, bi taybetî di van 40 salên dawî de, ji bilî pêvajoya çareseriyê ya demkurt, hema bêje bênavber bûye. Ji bo aştiyeke bi rûmet a pirsgirêka kurd, pêvajoya muzakereyê ku muxatabên dîrokî li ber çavan bigire û dengê van muxataban bide bihîstin, weke pêvajoya aştî û çareseriyê ya di navbera 2013-2015’an de pêwîst e. Tevî vê rastiyê jî îro li Îmraliyê tecrîda ku bi temamî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî û mafên mirovan e, di şert û mercên nebûna ragihandinê de bi awayekî bêperwa didome. Binpêkirina mafan ku li hemû girtîgehan derdikeve pêş û bi taybetî jî bi pêkanînên derqanûnî yên lijneyên çavdêriyê yên îdarî, bi vê tecrîdê re berdewam dike û tecrîdê li tevahiya civakê belav dike.

‘Êrişên nijadpersetiyê parçeyek ji rastiya şer e’

Sevîlay Çelenk destnîşan kir ku civak û rêxistinên navneteweyî nikarin bersivê bidin binpêkirinên mafên mirovan ên li ser pirsgirêka kurd li Tirkiye û Rojhilata Navîn, ne jî alîkariya pêşxistina tevgereke xurt a li dijî şer dikin û wiha got: “Ji Tirkiyê heta Ewropa û DYA, ji Îranê heta Rûsya û Çîn dewletên serdest, beriya her tiştî li van xakan xwedîderketin û parastina berjewendiyên xwe esas digirin. Tundiya pêkhatî, nijadperestî û xizanî ku ji van pêvajoyên nakokî têne hilberandin -her çend ji serdemên şerê germ cuda bin jî- encamên ku bandorê li her aliyên civakê dike hene. Di warê îstîsmarkirina kedê de, rewşa şer pirsgirêka jiyan û ewlehiyê di rojevê de dihêle, her cure nerazîbûnên civakî, azadiya civîn û xwepêşandanan, bi taybetî azadiya derbirînê di paşerojê de dihêle û daxwazên mafên sendîkayan krîmînalîze dike. Koçberiya komî ya koçberên ku cihên xwe li herêmên şer û pevçûnan ji dest dane û ev koçberî gelek caran di bin şert û mercên kujer de pêk tê, dûrxistin û êrişên nijadperestî yên ku penaber li welatên ku xwe lê digrin rastî wan tên.”

Tiştên jin û zarok dijîn

Sevîlay Çelenk di axaftina xwe bal kişan ser tiştên ku jinan di dema şer de jiyan kirî û wiha got:

“Jinan li dijî vê rewşê hem di jiyana xwe ya taybet û hem jî di jiyana xwe ya civakî de rêbazên têkoşînê pêş xistine; Pirî caran, ev bi rêbazên wekî xweparastinê pêk tê. Di warê şer û aştiyê de mijareke girîng e. Di nava jinên ku di jiyana xwe ya taybet de ber bi vê astê ve hatin kişandin de Çîlem Dogan û Nevîn Yildirim mînakên yekem in ku tên bîra mirov. Di vê wateyê de jinên li Rojava li dijî hovîtiya DAIŞ’ê têdikoşin di têkoşîna parastina jinê de hêzeke girîng û pêşeng ava kirine. Ji ber vê yekê pir girîng e ku jin ne tenê wekî mexdûrên şer, di heman demê de wekî jinên çalak ên ku ji bo kêmkirins şer û avakirina aştiyê cih digirin bên dîtin. Di heman demê de divê di her şert û mercên şer de girîngiya çalakbûna jinê ya di avakirina aştiyê de ji nû ve were destnîşankirin û ravekirin.

Rastiya bingehîn a ku ji aliyê teorîsyen û akademîsyenên femînîst, her wiha meclisên jinan ên sosyalîst û feminîst û parêzvanên mafên jinan ên ku di nava têkoşînên siyasî yên civakî û neteweyî de cih digirin, ew e ku tundiya zayendî û newekheviya zayendî bi kûrahî wekî dînamîkên şer pêanse bikin. Pêwîste ev heqîqeta bingehîn her tim zindî bimîne û civakî bibe. Îro em li ser xaçerêyek in ku divê em perspektîfên dijî şer xurt bikin. Di dîroka nêz de pêdiviya bi aştiyê ewqes nehatibû dîtin. Em aştiyê dixwazin. Divê em aştiyê bixwazin. Divê em aştiyê ava bikin. Ev jî tê wateya avakirina pêşeroja bi hev re.”

‘Jin dê sala 2025’an bikin sala aştiyê’

Sevîlay Çelenk herî dawî ev tişt got: “Bi vê perspektîfê em weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya xwe ya bi sernavê ‘Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in û li dijî şer in’ didin destpêkirin. Em dixwazin bi awayekî herî xurt daxwaza jinan a aştiyê bînin ziman, bandorên şer ên wêranker ên li ser jin, zarok û komên dezavantaj bên dîtin û tevkariyê li avakirina aştiya cîhanî bikin. Bi vê mebestê em ê di warên cuda de bi civaka navneteweyî û beşên pêwendîdar ên li Tirkiyeyê, jin, zarok, ked, ekolojî û rêxistinên LGBTI+ yên civaka sivîl, rêveberiyên me yên herêmî û rêxistinên bajaran re dengê aştiyê bilind bikin. Di şeş mehên bê de, em ê bi organîzekirina panel û konferansên neteweyî û navneteweyî, lidarxistina atolyeyan û zêdekirina nivîs û naveroka dîtbarî ya li dijî şer di medyayê de, xebatek xurt li dijî şer derxînin pêş.

Her wiha em dixwazin sala 2025’an weke sala aştiyê îlan bikin! Em plan dikin ku di sala 2025'an de li gelek bajaran, bi taybetî li Amed û Stenbolê, atolye, civîn, mîhrîcanên gel û çalakiyên aştiyê li dar bixin. Em ê ji zanîna li dijî mîlîtarîst, sosyalîst, femînîst û ekolojîk a vî welatî û ji ezmûna têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd sûdê werbigirin. Di sala aşitiyê de em ê bi gotineke herî tund bibêjin “Ne şer, aştî jêneger e” Di van çalakiyên ku dê tevahiya salê bên lidarxistin de, em ê dengê li dijî şer ji çar aliyê welêt bigihînin hemû cîhanê. Em ê sala 2025’an bikin sala aştiya jinan.”