Meclisa Ereban ji bo salvegera fermanê daxuyanî da

Bi boneya fermana 2014’an meclisa herêma Ereban a xweser û ya giştî bi du daxuyaniyên cuda, fermana 74’an a li ser gelê Êzidî şermezar kirin.

ŞÎLAN ŞÎNWAR

Şengal-Li gundê Barê yê Xanesorê têklikdarî salvegera 9’emîn a fermana 2014’an li Şengalê daxuyaniyek ji aliyê Meclisa herêma Ereban a xweser ve hat dayîn. Di heman demê de ji aliyê Meclisa giştî ya herêma Ereban ve jî daxuyanî hat dayin. Di her du daxuyaniyan de ferman û hevkariya bi DAIŞ’ê re hat şermezar kirin.

Beriya ku daxuyaniyê li ser fermanê li sînevîzyonê hat temaşekirin. Daxuyaniya Meclisa jinan ji aliyê rêvebera meclisa jinan a herêma Ereban Fatman Mustefa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

‘Em wek jinên Ereb li kêleka jinên Êzidî ne’

“Bi navê meclisa jinan a Ereban em roja fermanê, roja reş şermezar dikin. Bi taybetî êrîşa li ser jinan, ji ber ku yên herî zêde êşên mezin dikşînin jin in. Di fermanê de bi hezaran jin hatin revandin, firotin, destdirêjî li wan hat kirin û bêwar hatin hiştin. Ji bo wê jî em ji aliyên pêwendîdar re dibêjin bila kesên ku ev komkujî kirine bên darizandin. Di heman demê de ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê em piştgiriya xwe ji biryara rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî diyar dikin. Em ê wekî jinên Ereb heta dawiyê li kêleka jinên Êzidî bin. Em dizanin ku ew xwedî vîn in, bi sekna xwe vîna xwe diyar kirine.”

‘Fikrên serok Apo riya me vekirin’

DAIŞ’ê bi navê ol hemû hezkirin û hêvî bi xwe re binpê kir. Hezkirin û têkiliya di navbera Kurd û Ereban de tune kir. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Abdolah Ocalan me hezkirin, hêz û têkilî bi hev re ji nû ve bi hêztir ava kir. Em jî wekî jinên Ereb û Êzidî bi yek destî û bi tekoşîneke mezin em ê li gel hev têkoşîna azadiya fizîkî ya serokê xwe bidomînin. Ji ber ku keda serokê me di jiyana me ya xweş de heye. Bijî serok Apo.”

‘Yên ku zilim dîtin jin bûn’

Yek ji kesên ku beşdarî daxuyaniyê bibûn Dura Îbrahîm jî axivî û wiha got: “Em û Êzidî bi fikrên serok Apo bûn yek. Ji ber ku civaka Êzidî perîşan û koçber bû. DAIŞ’ê jin firotin û zarokan sêwî hiştin, mêr hemû kuştin. Yên ku herî zêde zilim û zorî dîtin di fermanê de jin bûn û niha jinên Ereb û yên Êzidî em hemû yek in.”

‘Fikrên serok Apo em nêzî hev kirin’

Wedha EL-Ebid a ku beşdarî çalakiyê bibû jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dema ku DAIŞ’ê êrîş kir û komkujî pêk anî civaka me ya Êzidî wisa fam kir ku hemû Ereb DAIŞ’î ne lê bi naskirina fikrên serok Apo re em nêzî hev bûn û me bi hev da famkirin. Niha jî têkiliya me pir baş e û em alîkarî didin hev.”