Meclîsa Îştara Mexmûrê komkojiya Helepçe şermezar kir
Meclîsa Îştar ya waregeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyek nivîskî 33’ emîn salvegera komkojiya Helepçe şermezar kir û şehîdên Komkojiyê bi bîr anîn.
Navenda Nuçeyan- Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas ya Iraqê bi çekên kîmyawî bombe li bajarê Helebce yê Başurê Kurdistanê barand. Di encama kîmyabaranê de zêdetirî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 10 hezar welatî ji birîndar bûn. Bi hezaran kes jî aqûbeta wan nehate zanîn û wenda bûn. Ev 33 sale bîrinên vê komkojiyê nehatine pêçan û hîna zarokên wenda li malbatên xwe digerin. Di derbarê komkojiya Helepçe de Meclîsa Îştar ya jinên waregeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyek nivîskî 33’ emîn salvegera komkojiya Helepçe şermezar kir û şehîdên Komkojiyê bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Destpêka biharê bû, tenê ji Newrozê re çand roj mabûn, dagirkeriya Îraqê derbên giran xwaribûn, xwe ji derdora Helepçeyê şûn ve kêşabûn. Hêzên Îranê yê dagirker derbasî herêma Helebçe bûbûn. Ji ber li rexa hêzên Îranê hêzên pêşmergeyan jî xwiya dikir, xurûşa di nava gelê Helepçeyê de zêde bûbû. Bayê azadiyê dihat. Her kes li benda tiştên gelek xweşbûn. Her kesî bawer dikir wê ev Newroza 1988’ê bibe Newroza azadkirina Kurdistanê.
Ji keyfa azadiyê şalûl û bilbilan dest bi xwendina awazan kiribûn. Kevokan milê xwe didan hev li ser bajarê Helebçeyê difiriyan. Keskesorê her roj xwe berdida li ser bajarê Helebçeyê. Êdî dinava kulîlkên biharê de dengê borîna berx û mihan cîhan dişarand. Keçên hêja cil û bergên kesk, sor û zer ji xwe re didan dirûtin. Xortan jî amadekariyê pîrozkirina Newrozê dikirin. Ezmanê Helebçe sahî, her kesê bêhna bihûştê dikşand nava bedena xwe de. Dengê azadiyê bilind dibû. Di heman demê de Dehaqên demê gefên mirinê dikirin. Leşkerên Îranê ji tirsê gefan xwe paş de dabûn. Hêzên hefkar yên ku xwe weke hêzên azadiyê dida zanîn, dest ji Helepçeya azadîxwaz berdidin. Tu kes ji bo vî gelê bi rumet tedbirn ewlekariyê ne girtbûn. Cîhana bê bext destura qirkirinê dabû. Belê pêşengên azadiyê ne di ferqa vê metirsiyê de bûn. Lêdidan amadekariyên Newrozê.
Bêhna sêvan diket pozê zarokên şêran, wesan dizanîn ev bêhne bêhna biharê ye ewqas dilşad dibûn. Lê nizabin ev bêhna xerdela Dehaqê demê Seddam bû û ji aliyê firokeyên wive weke xelata Newrozê dihat avêtin. Helepçe êdî ji dîrokê hatibû rakirin. Di nav kolanan de bi hezaran ciwan, zarok, pîr û kal bi êşa mirinê ketin xewa bê dawî. Landikên zarokan êdî bûn goristan. Bi hezaran birîndar ji vî bajarî berbî tuxubên dagirkeriya Tirk û Îranê ve di reviyan.
Li himberî vê hovîtiyê cîhan bê denge. Îraq û Îran hevdû gunehbar dikin, bijîjkên dagirkeriya Tirk ketibûn nava lêkolînekê. Lê çi lêkolîn! Di encama lêkolînê de didan diyarkirin ku ‘Madeya Kimyasal nehatiye bi karanîn û li ser laşên birîndaran nexweşiya birovê hate misoger kirin.’ Ji xwe rêveberiya Tirk weke hercar ji vê rewşê pir dilşad bû û keyfxweşiya xwe bi awayek vekirî di anî ziman. Bi vê komkojiyê carak din derket holê ku ji bilî kurdan tu dostê kurdan nîne.
Em li vêdarê vê komkojiyê bi awayek herî tund rureş û şermezar dikîn. Em bang li hêzên Kurdî dikin ji bo Helepçeyên nû çênebin divê destê xwe bidin hev û li himberî hovîtiya dagirkeriyê rawestin. Divê neyê ji bîrkirin ku zihnyeta dagirkeran nehatiye guhertin. Divê were zanîn ku zihnyeta Erdoxan ne kêmî ya Seddame. Lê cudahiya wan ewe ku niha şervanên azadiyê bi hêztir li ser linganin.
Cardin em bag li hêzên navnetewî dikin û dibêjin; ‘Bi alîkariya we dagirkerên Kurdistanê li ser Helepçeyê Komkojî pêkanî, divê hun dest ji vê hevkariyê bê rumet berdin û li himber komkojiyên li ser Girê Sipî, Serê Kaniyê û Efrinê rawestin û rê nedin li ser gelê Şengalê komkojiyek nu were pêkanîn.
Her wiha em hemû ew komkojiyên li ser gelê Kurd hatine kirin şermezar dikin, di kesayeta şehîdên Helepçe de, tevayî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan di tewînin. Em weke Meclîsa Îştar ya Wargeha Mexmûrê van komkojiyan ji bîr nakin û nadin ji birkirin. Disa emê li himberî tu komkojiyan bêdeng nemînin.”