Meclîsa Îştar a Mexmûrê çalakiya nobetê dewirgirt
Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, zêdetirê saleke bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, didomînin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 599’emîn de bi dewirgirtina koma 118’emîn didome. Çalakî ji aliyê Meclîsa Îştar ve hate dewirgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 117’emîn Roj Yildiztan daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Ev 26 sal in tecrîda li ser Serokatî bi tundî berdewam dike. Dewleta Tirk û dewletên hegemon xwestin paradîgmaya Serokatî ya civaka Demokratîk asteng bikin û Kurdan bindest bikin. Serokatî beramberî Tirk û dewletên hegemon felsefeya xwe ya civaka demokratîk û azadiya jinê belavî tevahî cîhanê kir. Ev têkoşîna ku hatiye nîşandan bi saya Serokatî, gerîlla û civaka azadîxwaz re gihişt asta herî jor.
Îro em hatin pêvajoyekî ku aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd. Ev pêvajo bi saya Serokatî hat destpêkirin. Em jî wek jinên ciwan û ciwanên Mexmûrê piştgirî didin vê pêvajoyê û em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Heta em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidest nexin, ewê çalakiya me berdewam bike û emê têkoşîna xwe hêj bilindtir bikin.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.