Meclîsa Îştar: Êrişên li dijî jina Kurd hişmendiya pergala qirker e

Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî gotinên zayendperest û netewperest ên Rahmî Koç daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî êrişên ser jinan dê bersiva wan bilindkirina asta rêxistinbûna jinê be.

Mexmûr - Karsazê tirk Rahmî Koç, li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de, li dijî jina Kurd gotinên zayendperest û netewperest bikar anîbû. Li dijî van gotinên ku pîvanên rumet û nasnameya jina Kurd dikir hedef, her ku diçe bertekên jinan zêdetir dibin.

Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî, derbarê gotinên karsazê tirk Rahmî Koç ên zayendperest, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclisê di daxuyaniya xwe de gotinên Koç bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ev êriş ne tenê daxuyaniyekî kesî ye, pîvaneke hişmendiya qirker a li dijî jinê ye.

Daxuyanî wiha ye:

Di destpêka daxuyaniyê de gotinên zayendperest ên Rahmî Koç bi tundî hat şermezar kirin û ev tişt hat gotin: “Ev êriş ne tenê daxuyaniyekî kesî ye, ev daxuyanî hişmendiya qirêj a qatîlê maskekirî ye ku dixwazin vîna civaka azad di kesayeta jin de bişkînin. Îro li Kurdistan û Cîhanê, qatîlên ku maskeyên ‘siyasetmedar’ an jî ‘welatparêziyê’ didin ber rûyê xwe, herî zêde êrişî jina Kurd dikin. Ew maskeyên ku li rûyê xwe didin, nikare rûyê wan ê kujer, faşîst û dij-jinê veşêre. Kesên wekî Rahmî Koç û hevalbendên wî, berhemên herî qirêj ên wê pergala qirker in ku pergala xwe li ser xwîn û keda jinê avakirine.”

‘Bersiva me ya dijî êrişan, belavkirina felsefeya azadiyê ye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de, bal hat kişandina ser dîroka têkoşîna jinên Kurd û ev nirxandin hat kirin: “Rêber Apo dibêje ‘Azadiya civakekê di azadiya jinê de ye’. Jina Kurd bi vê felsefeyê ji nav xweliya xwe zindî bû, bû xwedî artêş, xwedî vîn û îro pêşengiya mirovahiyê dike. Êrişên li dijî jina Kurd, di eslê xwe de êrişên li dijî vê felsefeya rizgariyê ye. Jina Kurd a li hemberî daîş û faşîzmê şerkirî, dizane ka dê çawa li hemberî van nokerên bê exlaq jî parastina xwe ava bike. Têkoşîna me dê berfirehtir bibe, bersiva me ya herî mezin ji bo van êrişan, bilind kirina asta rêxistinbûna jinê û belavkirina felsefeya azadiyê ye.”

‘Em ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin’

Di dawiya daxuyaniyê de jî biryardariya berdewamkirina têkoşîna jina Kurd bi van gotinan hat ser ziman: “Li ser vê bingehê em dibêjin em weke jina Kurd û civaka Kurd bêdeng namînin. Li hemberî her cure êrişên zayendperest û netewperest, em ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em bang li hemu jinên Kurdistan û Cîhanê dikin ku li hemberî van qastîkên qirêj û hişmendiya kujer bibin yek. Em ê tu carî rê nedin ku kesên wekî Rahmî Koç û hevalbendên wî yên qirêj, nirxên me yên netewî û zayendî bikin amûrê devê xwe yên gemar.”