Meclîsa İSİG’ê: Di Tebaxê de herî kêm 226 karker mirin 30 ji wan jin û zarok bûn

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar a Tirkiyeyê (ÎSÎG), rapora xwe ya "Cinayetên Kar" a Tebaxa sala 2026’an eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Tebaxê de 15 jin û 15 zarok jî di nav de herî kêm 226 karker di qezayên kar de mirin.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar a Tirkiyeyê (ÎSÎG), rapora xwe ya "Cinayetên Kar" a Tebaxa sala 2026’an eşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di meha Tebaxê de herî kêm 226 karker ji ber qezayan û mirinên li cihê kar, can da.

15 jin û 15 zarok mirin

Di raporê de hat destnîşankirin ku di nava karkerên mirin de 15 jin, 15 zarok û 16 karkerên penaber hene. Ev yek careke din talûkeya li ser jiyana karkerên jin û zarok li qadên kar nîşan dide.

Qezayên trafîkê û ketina ji bilindahiyê sedemên sereke ne

Li gorî daneyên ÎSÎG’ê, yek ji sedemên sereke yên mirina karkeran qezayên trafîkê ne. Di meha Tebaxê de, ji sedî 22’ê mirina karkeran ji ber qezayên trafîkê çêbûne.

Piştî qezayên trafîkê, ketina ji bilindahiyê bi sedî 21 û mirinên ji ber hilweşîn û mayîna di binê kavilan de, jî bi sedî 19 bûn sedema mirina karkeran.