Mamosteyên teqawîdbûyî nikarin mehaneya xwe bigrin

Li Idliba dagirkirî dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî wî mûçe û tezmînata mamosteyên ji 60 salî mezintir nadin. Mamosteyên jin ên teqawidbûyî daxwaza mûçeyên xwe dikin û diyar kirin ku ew dixwazin jiyana bi rûmet bijîn.

LÎNA ​​EL-XETÎB

Idlib- 'Hikûmeta Rizgariyê' ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ve hatiye avakirin, li bajarê Idlibê yê Bakurê Sûriyeyê ku dagir kiriye, gelek binpêkirina mafên jinan pêk tîne. 'Hikûmeta Rizgariyê' hem mûçeyên mamosteyên jin ên teqawidbûyî yên li Idlibê birî, hem jî mûçeyên wan ên jikaravêtinê neda.

'Ez dixwazim jiyana bi rûmet bijîm'

Mamosteya teqewîdbûyî ya bajarê Sermeda Munîra El-Half diyar kir ku niha di şert û mercên herî dijwar ên jiyana xwe de ye û wiha got: “Tevî bombebaran û şer min mamostetî kir. Emekdariya min nehat standin û tazmînata min jî nehat dayîn. Vekişîna bi vî rengî ez pir xemgîn kirim. Zêdetirî 35 salan min mamostetî kir lê dema ez gihîştim temenê teqawidbûnê, min tu berdêl negirt. Ez dixwazim jiyana birûmet bijîm û divê Midûriyeta Perwerdeyê teqawidiyên me bide da ku em hewcedariyên xwe yên jiyanê bi cih bînin. Hevjînê min bi nexweşiya penceşêrê ye û ji ber vê yekê nikare bixebite. Zarokên min mehane pere didin me û bi van pereyan ez tenê dikarim mesrefên derman û lêçûnên malê bi cih bînim."

'Piştgiriya mamosteyan nayê kirin'

Munîra El-Helûf bal kişand ku mûçeyên mamosteyan li gorî karên din li gelek herêm û gundewarên Idlibê kêm e û wiha got: "Ji ber vê sedemê mamoste êş û azarê dikşînin û tu partî li ser mijarê nasekine û piştgiriya mamosteyan nake. Dema mamoste ji kar bên dûrxistin û xizmetguzariya wan were bidawîkirin, ew ê nikaribin lêçûnên kirêya xanî, elektrîk, av û tenduristiyê bidin, an jî neçar in li karekî din ê ku ne li gorî wan be bigerin.”

Ji dibistanê hat avêtin û bêkar ma

Mamosteya teqawidbûyî ya ji Idlibê Obaida Al-Tehan (65) got: "Ez bi perwerdeyê gihîştim temenê teqawidbûnê. Min mamostetiya bi sedan xwendekarên ku zanîngehan xwendin kir û di encamê de ez ji dibistanê hatim avêtin û bêkar mam. Rewşa min jî weke ya gelek mamosteyan e. Em bi salan di bin şert û mercên dijwar de bi dildarî xebitîn û me gelek zehmetiyên mamostetiyê kişand. Lê belê bê berdêl em ji kar hatin avêtin. Pêwîst e gelek mamoste heman encamê biceribînin. Ez niha pîr im, tansiyona min bilind kir û şekir heye. Tevî nerehetiya xwe jî ji bo ku ez bi tu kesî ve girêdayî nebim neçar mam di atolyeya dirûtinê de bixebitim."

Ji ber ku nikare kiriya xwe bide koçî kampê bû

Rawan El-Ebbas ê 60 salî ku ji bajarê Maarat El Numan koçî bajarokê Killiyê yê li bakurê Idlibê bûye, mamostetiya Erebî dike û debara xwe bi alîkariyên mirovî yên ku ji rêxistinan digre dike. Rewan El-Ebbas wiha axivî: “Piştî ku mûçeyê min hat birîn, jiyana ligel keça min a xwedî pêdiviyên taybet zehmet bû. Ji ber ku min nikaribû kiriya malê bidim ez li kampê bi cih bûm. Em li kampê di şert û mercên ne li gorî rûmeta mirovan de dijîn. Her çiqas meaşê min hat birîn jî min biryar da ku ez li kampê dersa bidim zarokan. Ji ber ku ev zarok ne sûcdar in û ji mafên xwe bêpar in.

'Kesên teqawîdbûyî di bin şert û mercên zehmet de dijîn'

Obaîda Gulsûm a 45 salî ku midûra dibistanekê ye, êşa mamosteyên teqawîdbûyî wiha anî ziman: “Bi deme re şerê mamosteyan ê mafdar ji destên wan hat girtin û windakirin. Piştî vê belengazî û westandinê, li perwerdekaran neheqî û bê adeletî tê kirin. Hikûmeta Rizgariyê, di milê sivîl ê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), binpêkirinan di sektora perwerdeyê de pêk tîne. Perwerdekar û bi taybetî mamosteyên teqawîtbûyî ji mafên xwe bêpar in. Mamosteyên teqawidbûyî yên ku di bin şert û mercên zehmet de dikevin nava jiyanê, bi alîkariya derdor hewl didin bijîn.”

Mamosteyên jin û mêr li Idlibê ji bo mafê xwe û dengê xwe bidin bihîstin li ber avahiya Midûriyeta Perwerdeyê ya Idlibê gelek çalakiyên protestoyî li dar xistin û xwestin şert û mercên wan bên başkirin.