Mamosteyên Mexribê daxwaza berdana Nezghe Macdî kirin
Konseya Koordînasyona Netewî ya Mamosteyan bi daxuyaniyek da zanîn ku rewşa mamoste Nezhe Mecdî ku li girtîgeha El Arjat a bajarê Salê di girtîgehê de xirab bûye.
Mexrîb – Dadgeha Temyîzê ya Mexrîbê, Mamoste Nezhe Mecdî ji ber beşdarî protestoyên qada perwerdê ya mamosteyên bi peyman ji bi mafê xwe yê tayînbûna fermî bûye ceza kir. Girtina endama sendîka û mamoste Nezha Macdî, di nava qada perwerdeyê de rê li ber pêlek berfireh a piştevaniyê vekir.
Hemû mamoste ji bo berdana Nezhe Macdî di xwepêşandanan de amade bûn
Xebatkarên qada perwerdê û mamoste, li ser banga Konseya Koordînasyona Netewî, bi armanca protestokirina girtina Nezhe Macdî, di nava saziyên perwerdê de gelek çalakiyên protestoyê li darxistin. Beşdarvanan ev girtin wek ‘girtinek siyasî’ bi navkirin û xwestin Nezhe Macdî were berdan û darizandina derbarê hemû mamosteyên ku beşdarî xwepêşandana mamosteyan a ji bo mafê xwe bûne werin xirabkirin.
Xwepêşanderan, dirûşmeyên şermezarkirinên bilind kirin û destnîşan kirin ku hukmê ku derbarê Nezehe Macdî de hatî dayîn wek mamosteyekê pişeya wê û rewşa wê ya tenduristiyê li ber çavan nehatiye girtin. Di heman demê de pankart û dovîzên ku divê demildest û bê şert Nezhe Macdî were berdan hatin bilindkirin, dan zanîn ku ji encamên psîkolojîk û fîzîkî ya girtinên kêfî, mekamên peywendîdar ên siyasî û hiqûqî berpirsin.
Konseya Koordînasyona Netewî ya Mamosteyan têkildarî girtina mamoste Nezehe Mecdî di 22’ê Kanûnê de daxuyanî da û diyar kir ku rewşa tenduristiya mamoste Nezhe Macdî ku li girtîgeha El Arjat tê girtin baş bûye û dema dibin girtîgehê rewşa wê ya tenduristiyê xirab dibe.
‘Rewşa wê ya tenduristiyê baş bûye’
Konseyê di daxuyaniyê de, da zanîn ku tevî hemû şertan moralê Nezhe Macdî bilind bû û wiha hate gotin: “Dayîka wê li gel komîteyek ji konseyê serdana girtîgehê kirine, lê belê rêveberiya girtîgehê jêre gotine ji bo serdana girtiyên jin tenê roja Înê hatiye diyarkirin. Tevî vê jî dayîka Nezhe Macdî û endamên komîteyê karîne bi telefonê li gel bi axivin û derbarê rewşa tenduristiyê de aram bibin.”
Banga berdanê
Di daxuyaniyê de banga derbarê sekinandina hemû pêvajoyên darizandinê derbarê Nezhe Macdî de nû kir û îfade kir ku ji ewlehiya girtiyan meqamên peywendîdar berpirs in.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Nezhe Macdî, silav ji Koordînasyona Netewî ku li gel dayîka wê bûne û piştevaniya wê kirin û her wiha ji hemû xebatkarên civakê, mamoste û hemû kesên têdikoşin re şandiye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku koma pêncan a darizandinê dê îro derbikevin pêşberî Dadgeha Temyîzê a Rabat.
Girtina Nezhe Macdî, ji ber beşdarî xwepêşandana mamosteyên bi peyama bûye. Ev girtinên bi hinceta ku beşdarî protestoyên mafê pîşeyî bûne girtina hejmarek zêde mamoste û personel wek parçeyek ya rêze şopandina edlî hate nirxandin.