Li Kohgiluye û Bûyer Ehmed qeyrana avê kûr dibe: 176 gund bê avin
Li 176 gundên Kohgiluye û Bûyer Ehmed a Îranê krîza avê dewam dike; li hin deveran çavkanî bi temamî zuhabûne û rayedar hişyariya rewşa krîtîk dikin.
Navenda Nûçeyan – Parêzgarê eyaleta Kohgiluye û Buyer Ehmed, Yedullah Rahmanî ragihand ku 176 gundên li eyaletan hîn jî rû bi rûyî kêmbûna avê ne.
Hate diyarkirin ku li hin gundên navçeya Bûyer Ahmed rewş krîtîk e. Waliyê navçeyê ragihand ku neh gund kêmasiyek giran a avê dijîn û hin çavkaniyên avê yên li van gundan bi temamî zuwa bûne.
Rêveberiya Giştî ya Şirketa Av û Kanalîzasyonê ya Kohgiluye û Bûyer Ahmed, diyar kir ku ji bo dabînkirina ava daîmî ji gundên eyaletê re, pêdivî bi tamîrkirina 52 çavkaniyên avê û danîna 159 kîlometre xetên veguhestina avê heye. Çarçoveya pêdiviyan nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê kêmbûna çavkaniyên avê ye; binesaziya têkildarî dabînkirin û veguhestina avê jî divê bê xurtkirin û başkirin.
Krîza avê ne nû ye, li benda çareseriyê ye
Kêmbûna avê ya berdewam li gundan, ji ber av ji bo jiyan û debara kesên li deverên gundewar dijîn pêdiviyek bingehîn e bûye sedema fikaran. Krîza avê li Kohgiluye û Bûyer Ahmed ne tiştek nû ye. Di salên dawî de, nûçeyên derbarê kûrbûna hişkesaliyê li hin gundên eyaletê û bandora kêmbûna avê li ser şert û mercên jiyanê û ragirtina nifûsê li van gundan hatine weşandin.