Mamosteyan ragihandin ku wê boykotê bidomînin

Mamosta, fermanber û çalakvanan xwepêşandanên berfireh li darxistin û ragihandin heta ku daxwazên wan neyên bicih anîn wê boykota wan bidomînin.

Helebce – Li Helebce bi amadebûna mamosta, fermanber û çalakvanan xwepêşandana berfireh a mamostayan hate li darxistin û ragihandin ku heta ku daxwazên wan neyên bicih anîn wê boykota xwe berdewam bikin.

Çalakvan, fermanber û dayîka xwendekaran Ayşe Ehmed ku bejdarî xwepêşandanê bû, wiha got: “Ez ji bo daxwaza rewa ya mamosta û fermanberan beşdarî xwepêşandanê bûm. Dema ku hevjinê min mafê xwe bi dest xist, dê ez û zarokên xwe jî em ê mafê xwe bi dest bixin. Dema me mafê xwe girt wê demê em ê biçin ser kare xwe û navendên xwendinê. Ji ber wê heta ku em mafê xwe bi dest nexin wê boykota me berdewam bike.”

Mamosta Derya Heme Emîn da zanîn li dijî bêmafî daketin qadan û wiha got: “Mamosta hewl didin rastiyê nekin qurbanê berjewendiyê û nebin qurbaniyê berjewendiyên siyasî û civakî. Pîşeya mamostetî exlaqsaziye, wate û bexşîna bi mirovbûnê ye û berdewamiya jiyanê ye ji bo mirovan e.”

Cihê bi bîrxistinê ye komek mamostayên nerazî dûh di 26’ê Mijdarê de ji bo daxwaza mafên xwe ber bi Bexda ve rêketin û li rawestgeha bajarê Kerkukê hatin astengkirin. Ev jî bû sedem ku mamosta, mamostayên bi Peyman û fermanber îro li bajarê Helebce, Silêmanî û herêmên din xwepêşandanan li darbixin û boykotê berdewam bikin.