‘Çîrokên Serhedê’ yên gund bi gund hatin berhevkirin bûn pirtûk

‘Çîrokên herêma Serhedê’ ku bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû ye, bi gera gund bi gund hatin berhevkirin, piştî xebat temam bû, bû pirtûk.

Navenda Nûçeyan- ‘Çîrokên herêma Serhedê’ ji aliyê Zelal Sahidenur Sari, Yeşîm Karaagar û Zafer Avneş ve li Wanê gund bi gund geriyan û xistin qeydê. Çîrokên ku di kanala You Tube ya Komeleya Ekolojî û Medya Jinê de hatin weşandin, bi hevkariya Weşangeriya Sîtav bûn pirtûk.

Ev xebata yekem a Komeleya Ekolojî û Medya Jinê ku di dawiya sala 2022’an de rojnameger û aktivîst hatin ba hev ava kirine ye. Bi piştgiriya Bernameyên Sivîl bi fikire ya Yekitiya Ewropayê ev xebat hat meşandin. Der barê xebatê de Zelal Sahidenur Sari, Yeşîm Karaagar û Zafer Avnaş daxuyanî dan.

‘Me serpêhatî û çîrokên ku nehatibûn qeydkirin berhev kir’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi vê xebatê re me hedef kir ku em hesasiyeta çandî û pîşeya xwe bikin yek. Di heman demê de ji bo tiştên nehatine qeydkirin me xebat da meşandin. Kamerayên me li pişta me bûn, li Wanê em gund bi gund geriyan, bi navbeynkariya dostên xwe, em gihîştin çîrokbêjan me guhên xwe da çîrokên li wan gundan.”

'Bila çîrokên Serhedê winda nebin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çîrokên bi riya bêjeran nifş bi nifş heta roja îro hatine, di salên dawî de ji ber mirina bêjeran winda bûne û wiha hat gotin: “Bi riya vê xebatê, em van çîrokan ji bîr nekin, bila Çîrokên Serhedê winda nebin.” Her wiha der barê vê xebatê de jî ev agahî hatin dayîn: “Me çîrokên ku ji 3 bêjerên jin û 2 mêr ên ji 60 salî mezintir li navçeyên Gevaş, Ercîş, Şaxê, Payîzava û Elbak ên Wanê guhdarî kir û vîdyoyên wan tomar kirin, di kanala komeleya xwe ya YouTube û hesabên medyaya dijîtal de pêşkeşî temaşevanan kir. Piştî ku hevala me ya wênesaz Şîrîn Çelîk çîrokên ku me vîdyoya wan kişandin kir wêne, me bi hevkariya Weşanên Sîtav weşand. Di dema pêşandana vîdyoyan de me pirtûkên xwe bêpere belav kirin. Pirtûka me ji çîrokên Xanê Lepzerîn, Gulendam, Rovî û Pîrê, Kevlê Ga û Xelîfê Bexdayê pêk tên. Çîrokên ku me dema di xebatên Çîrokên Serhedê de qeyd kir bi çîroka bêjeran û piştî xebata me jî bi çîroka me re wekhevî bû.” Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji bo berdewamiya vê xebatê, bi ekîba ku ji destpêkê ve bi hev re bi hemû hêza xwe xebitîne û wiha hat gotin: “Di vê riyê de piştgiriya we ya manewî ji bo me pir girîng e. Temaşekirina we ya vê xebata ku di ware berdewambûna çanda me de xwedî hêjahiya arşîvê ye û temaşekirina kesên derdora we dê bibe alîkar ku em di demeke kin de xwe bigihîjînin gelek kesan.”