Mamosteya Felsefeyê: Jineolojî zanist û riya parastina jinan e
Mamosteya felsefeyê ya Tûnisî Fatma Meydanî teqez kir ku Jineolojî xwedî rastî û bingehek e dîrokî ye, ji bo zelalkirina vê dîrokê, cewher û xwezaya jinan derketiye.
ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis- Jineolojî ya tê wateya zanista jinan, hewl dide balê bikşîne ser pirsgirêkên jinan. Ji bo ku wan pirsgirêkan çareser bike û jinan biparêze, berê wan dide analîzkirina zihniyeta mêrperest û avakirina têkiliyên civakî li ser bingeha wekhevî û azadiyê.
‘Jineolojî zanista jin xweza û azadiyê ye’
Mamosteya felsefeyê Fatma Meydanî ji bajarê Qesreyn ê Tûnisê ye, jineolojiyê wiha pênase dike: "Zanistek e girîngiyê dide jinan û bi mebesta sazkirina riya zanista mirovahiyê derketiye ku bi xwe girîngiyê dide lêkolînkirina mijarên têkiliya wan bi mêr, jin, malbat û civakê re heye. Ev zanist ji bo jinan weke mijara lêkolîna sereke ye, ne weke mijarên di diyardeyên civakî de. Bi qasî ku jineolojî zanisteke ku tecrube û lêkolîna diyardeyên girîngiyê didin dozên jinan dike, ewqas jî hewl dide jiyana jinan a berxwedêr di nava gelan û civakan de bi nirx bike. Ji ber ku zanisteke xwedî dûrbûnên felsefîk e di nava xwe de hemû wateyên berxwedan têkoşîn û hewldana jinan ber bi jiyana azad û bi rûmet ve dihewîne. Ji ber li ser asta pênasekirina me ji vê zanistê re em dibêjin ew zanistek e bi felsefeya jin xweza û azadiyê radibe."
‘Jin heta xwe nas nekin ne mumkun e di jiyanê de fêrî tiştek bibin’
Der barê têkiliya vê felsefeyê ya bi jiyanê re jî Fatma Meydanî dibêje: "Jineolojî zanista jiyanê ye ji ber gelekî girîng e xwezaya jiyanê were famkirin. Ne mumkun e jin heta xwe nas nekin di jiyanê de fêr bibin. Jineolojî, zanista xwezaya jinan e. Dema em li jinan dinêrin, dibînin ku pir dişibin xwezayê û gelek nêzî xwezayê ne. Ji ber ku jin dar e, çerxa jiyanê ya li ser darê mîna çerxa jiyanê ya jinan e. Bi taybet di xalên xweşikbûna ruhî û dayîna bêdawî de.
‘ Jineolojiyê roleke girîng di zêdekirina asta zanîna jinan de dilîze’
Jineolojî teqeziyê li ser vê taybetiyê dike û parastina vê fikrê dike. Ev zanist di bingehê de zanista azadiya jinan e ji ber ku ger jin ne azad bin nikarin bi jiyan û xwezayê re bikevin nava têkiliyê. Dema ku mirov çiqas zana û hişyar be ewqas ji azadiya xwe hez dike. Jineolojiyê jinan kir şervan ji bo bibin mirovên azad. Ev zanist roleke girîng di bilindkirina asta hişyariya jinan de dilîze û têgehên şoreşa jinan xurt dike."
‘Sîstemên desthilatdar ên civakan kontrol dikin pêşî mafên jinan binpê dikin’
Fatma Meydanî wiha pêl da axaftina xwe: "Şêweyên desthilatdariyê yên jin, pê re rûbirû dimînin, di van civakan de ne tenê di şexsê mêrperestiyê de, di derketina koletiyeke nû de ye. Sîstemên sermayedar ên dixwazin civakan kontrol dikin, destpêkê mafên jinan binpê dikin.”
Der barê hebûna vê zanistê li Tûnisê de jî dibêje: "Tişta ez dibînim hebûna vê zanistê hinekî kêm e ji ber heta asteke mezin panelên zanistî yên girêdayî zanista jinan tune ne û lêkolînên akademîk ên girêdayî dozên jinan jî tune ne. Li Tûnisê zanista civakî heye lê belê girîngiyê nade jinan weke mijara diyardeyên civakî lê belê weke mijareke opozîsyonê digre dest. Divê ev zanist li welat çêbibe."
‘Li Tûnisê di warê felsefeyê de pêşketin heye’
Fatma Meydanî diyar kir ku Tûnisê destkeftiyeke girîng têkildarî amadebûna felsefeyê di warê xwendinê de bi dest xistiye ji ber gotara felsefîk gotareke bi nirx exlaqî û perwerde ye, berovajî gotara zanistî yê ku gotara wê madî û pragmatîk dimîne. Madeya felsefîk roleke sereke di avakirina kesayeta avaker de dilîze ji ber ev zanist piştgiriya nirxên exlaqî û xweşikbûnê dike berovajî jineolojiyê ku piştgiriya serxwebûna jinan û parastina azadiya wan dike ye. Ji vê derê mirov dikare bibêje gotara felsefîk gotara nirxandinê ye. Ger civakeke pêşketî tê xwestin divê piştgiriya zanista jinan ango jineolojiyê were kirin."
‘Di serdemeke ku mafên jinan tên binpêkirin ne mumkun e azadiya gelan hebe’
Di dawiya axaftina xwe de Fatma Meydanî got ku pêşketina civakan bi pêşketina rewşa jinan ve girêdayî ye ji ber kêmnêrîna wê ji wan re û nêrîna li jinan weke endameke ne aktîf di civakê de dê halê gelan neguherîne û wê pêş nexe û wiha got: "Ne gengaz e em behsa azadiya gelan bikin di demeke ku mafên jinan tên binpêkirin tên çewisandin de. Ji vir girîngiya jineolojiyê derdikeve pêş ji ber zanisteke girîng e bi xwe re fikrên felsefîk piştgiriya azadiya jinan dike tîne."