Mamoste û xwendekarên jin ên Kobanê: Nabe ku zimanê Kurdî bi 3 seatan bê sînorkirin

Jinên ji bajarê Kobanê, bi gotina “Wek gelê Kurd mafê me yê rewa ye ku em bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin” li hember sînorkirina zimanê Kurdî ya di perwerdehiyê d ebertek nîşan dan.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Hikûmeta demkî, di 27’ê Tebaxê de biryarnameya têkildarî pergela perwerde û xwendina bi zimanê Kurd a li Sûriyê ragihand.

Li gorî naveroka biryarnameyê, zimanê Kurdî weke zimanekî netewî hat pejirandin. Lê ya ku nerazîbûna gelê Kurd li hember wê bilind bû, zimanê Kurdî wek madeyeke di dirêjahiya hefteyê de 3 seatan bê dayîn bû. Lewma li seranserî Rojavayê Kurdistanê, ev yek bû sedema hêrs û neqebûlkirinek mezin ya gel, mamoste û xwendekaran. Di nava civakê de, daxwaza sereke ya ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî ew e ku zarok di hemû astên jiyana xwe ya perwerdehiyê de bi zimanê xwe bixwînin.

Ajansa me têkildarî mijarê nêrîn û fikrên jinên Kobanê yên li ser biryara girêdayî zimanê Kurdî girt.

‘Xwendekarên me ev 14 sal in li ser bingeha zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibînin’

Mamoste Caklîn Şêx Xidir da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê xeyalên tevahî gelê Kurd pratîk bûne û wiha got: “Xwendin û fêrbûna bi zimanê Kurdî weke gel, ji bo me xeyalên bi salan e. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ku weke şoreşa ziman jî tê nasîn, bû bingehê ku em xeyalên xwe pratîk bikin. Ev jî bi kedeke mezin a cangoriyên azadiyê û hezkiriyên zimanê dayîkê pêk hat û li pêşdibistan, dibistan, peymangeh û zanîngehan pergal hat avakirin. Xwendekarên me jî ev 14 sal in li ser bingeha zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibînin. Lewma ji bo vê jî gelek dijwar e ku zarok û ciwanên me dersên xwe bi zimanekî cuda bibînin.”

‘Mafê xwendina bi zimanê dayîkê yê her pêkhateyek heye’

Caklîn Şêx Xidir, bi gotina “Mafê zarokên Kurd jî weke yên zarokên Ereb heye” bal kişand ser biryarên hatine girtin û wiha domand: “Piştî pêvajoya entegresyona di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de, bi taybet di warê mafê xwendina bi zimanê Kurdî de, bendewariyên me pir mezin bûn. Lê mixabin em dibînin ku zimanê Kurdî bi sê seatan ve hatiye sînorkirin ku ev gav ji bo xeyalên me ne têrker in. Weke gelê Kurd mafê me yê rewa ye ku em bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin. Çawa ku mafê zarokên Ereb bi zimanê xwe bixwînin, mafê zarokên Kurd jî heye. Ji bo vê jî divê her kesê zimanhez, li hember van biryaran bê helwest nemîne.”

‘Ji bo mafê xwe em dikarin xwendinê boykot jî bikin’

Xwendekara Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mustefa, da zanîn ku 12 salan xwendina xwe bi zimanê Kurdî kiriye û bi van gotinan helwestek tund nîşan da: “Niha jî xwendekara Zanîngehê me. Ez weke ciwaneke Kurd qebûl nakim ku ji bilî Kurdî tu zimanên cuda li ser me bê ferzkirin û heta mijara ku di hefteyê de ziman sê seatan were dayîn em qet napejirînin. Em niha di zanîngehê de ne, lê gelo zarokên di asta dibistanan de wê çawa piştî ewqas sal bi zimanekî din perwerde bibînin?  Heta mijar ne ew e ku emê bikaribin bi zimanekî cuda fêr bibin, mijar ew e ku Kurdî zimanê me yê rewa ye û heta dawî jî mafê me heye. Me ewqas têkoşîn û bedêl ji bo sê seatan nedaye. Lewra ger ku bê xwestin, em amade ne ku xwendinê bi temamî boykot bikin û daxwaza mafê xwe bikin.”

‘Zimanê Kurdî wek zimanên din yên biyanî tê destgirtin’

Leyla Ehmed jî, diyar kir ku zimanê Kurdî weke yê biyanî hatiye destgirtin û wiha pê de çû: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala xwendinê li gorî ziman, dîrok û çanda her netewek hatibû rêxistinkirin û avakirin. Em hêvîdar bûn ku hikûmeta demkî jî bi heman hestiyarî û têgihîştinê pergala xwendinê li gorî taybetmendiya herêman saz bike. Lê çi dibe? Em dinhêrin ku Kurdî weke zimanên din yên biyanî tê destgirtin û ji bo xwendina wê seatên diyar hatine veqetandin. Heta li gel zimannasiyê jî, dîrok, çand û erdîngariya Kurdan hebû. Piştî ewqas perwerde, fêrbûn û xwendin ma qey hêsan e, ders û biranş li gor zimanekî cuda werin diyarkirin?”

‘Mafê gelê Kurd ê xwendina bi zimanê xwe tê sînorkirin’

Leyla Ehmed, teqez kir ku hikûmeta demkî sozên xwe pêk nayne û wiha got: “Di asta cîhanê de zagon û hevpeymanên navdewletî hene ku mafê her netewekê heye ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibe. Sûriyê jî yek ji welatan e ku ev hevpeyman pejirandiye û îmze kiriye. Lê em niha dibînin ku hevpeyman jî tên binpêkirin û mafê gelê Kurd ê xwendina bi zimanê xwe yê dayîkê tê sînorkirin.”