Mamoste Rêzan Bekir: Tiştê destpêkê baweriya bi xwe ye

Mamoste Rêzan Bekir têkildarî pirsgirêkên berdewam ên xwendekarên pola 12’an got: “Tiştê destpêkê baweriya bi xwe ye, ji ber ji bo serkeftina pêvajoya xwendinê gelek girînge. Her xwendekarek ku hedefek wê heye, jêre hewldan û westandin lazim e.”

ŞILÊR KOYE

Koye – Li başûrê Kurdistanê ev bi salan e li gel nêzbûn û dawîbûna ezmûnên pola 12’an a Amedeyî, malbat û xwendekar rastî pêla diltengî, tirs û nerazîbûnan tên. Ev qonaxa ku pêşeroja zanistî ya ciwanan diyar dike, di pergala niha ya perwerdeyê de tenê bi ‘nimreyan’ ve girêdayî ye. Ev jî bûye sedem ku bibe cenawirek ku jêhatîbûn û hêza rast a xwendekaran dişkîne.

Îsal Wezareta Perwerdê mîna salên berê, lîsteya fermî ya yekemîn ên li ser asta Kurdistanê belav nekir. Ji ber belavkirina yekeman û hevpeyvîna bi wan re dê ji bo derûniya xwendekarên din ên ku nimreyên kêm girtine, baş nebe. Lê belê bi rêya medyayê navê çend xwendekarên yekem ku piraniya wan xwendekarên keç bûn, belav kirin.

Perwerdekar û mamosteya xanenîşîn a bajarê Koye Mamoste Rêzan Bekir ji ajansa me re axivî û bal kişand ser pirgsirêka herî girîng a derûniyê û lojîstikî ku xwendekar pêre rû bi rû dimînin û pêwîstiya guhertina vê pergalê ji bo pergalek nûjen, anî ziman.

‘Xwebawerî girîng e’

Rêzan Bekir behsa pirsgirêkên ku xwendekarên pola 12’an lê rast tên kir û wiha got: “Ji pola yekem a seretayî heta pola 12’an, dayîk, bav û mamoste ji xwendekaran berpirsyar in, piştre ew bi xwe. Li gorî nêrîna min, tiştê yekem baweriya bi xwe ye, ji ber ku ev ji bo serkeftina pêvajoya xwendinê gelek girîng e. Her xwendekarek hedefek wê/wî heye ku bibe xwedî pîşeyek, ew jî jê re hewl û têkoşîna rojane lazim e. Divê xwendekar rojane erkê xwe bi cih bînin û taloq nekin. Ya duyem jî xala baweriya bi xwe ye û nenihêrtina li paş xwe ye. Mînak dema ku encamên ezmûnan radighînin, xwendkar heye li cihê lê xwendiye, tu pêwîstiyek tê de nîne û li malek biçûk bê hênikayî û bêyî ku mamosteyek taybet bigre nimreyek zêde aniye, an bûye yekem, ji viya re jî, baweriya bi xwe tê gotin.”

‘Divê mamoste û malbat hişyar bin’

Rêzan Bekir destnîşan kir ku hinek caran çavlêkirin dibe sedemê şikestina xwendekar û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber çav li hevalê xwe dike ku ew jî mamosteyek taybet bigre. Wisa dizane ku ger mamosteyek taybet nebe dernakeve û wê ji xwere dike hincet. Ji ber wê gelek xwendkarên me yên bi hêz hene, jîr in û heta dighîjin pola 12’an li wê derê dadikeve û rastî karestana tên û jê re dibin kabûs. Wisa jê re hatiye gotin ku pola 12’an gelek giran e û ditirsin. Ji ber wê divê mamoste û kesûkar di hevaltîkirina xwendekar de xwedî rol bin û jê re asan bikin.”

‘Lijneya pirsê sedema tirsandina xwendekaran e’

Rêzan Bekir da zanîn ku gelek caran lijneya pirsên pola 12’an ji ber kêm û kurtasiyên pirsan sedema tirsandina xwendekaran e, ji ber vê divê ev pirs bên nirxandin û lijneyek hebe da ku pirs bi xeletî neyên pêşiya xwendekaran û pirsan rast bikin û wiha domand: “Pergala Ewropayê, ji bo xwendekaran gelek guncawtir e. Ji ber ew xwendekar ji destpêkê ve armanca xwe zelal e, ne wek vê pergalê bi nimreyan e. Ya girîng ne ew e ku kijan zanîngeh girtiye, ya girîng kêrhatiya wan e. Ger li Kurdistanê ev pergal bê bicihkirin, dê ast gelek baştir be. Ji ber gelek xwendekarên jîr û kêrhatî hene û ger bi daxwaza xwe bixwîne dê gelek sûdê bide xelkê welat.”

‘Divê xwendekar netirsin’

Rêzan Bekir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xwendinê û wiha got: “Xwendin girîng e, divê xwendekar netirsin û heta ku hûn bighîjin armanca xwe, dev jê bernedin. Wek ew zanyarên mezin ku gelek ji xwendinê bê hêvî bû nedikarî derkeve. Heta rojekê çû şikeftekê dît ku avek dilop dilop tê xwarê, diyar e ev av e, ji zûde bi vî awayî dilop kiriye heta çiya kun kiriye. Dema ku ew dît, got ku ew av kariye bi wê dilopê çiya kun bike, çima ez nikarim bixwînim û xwendina xwe biqedînim.”