Mamostayên Seyidsadiq doza mafê xwe dikin
Mamsotayên ku ji bo mafê xwe bi dest bixin li bajarokê Seyidsadi ev dû roj in çalakiya xwe didomînin daxwaz kirin ku tayin bibin.
Mamostayên ku ji bo mafê xwe bi dest bixin li bajarokê Seyidsadi ev dû rojin çalakiya xwe di domînin daxwaz kirin ku tayin bibin.
Silêmanî - Duh yekem roja xwendinê bû, komek mamostayên bi peyman yên navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê, li ber derê navenda perwerdeya navçeyê kombûn û xwestin werin tayîn kirin. Çalakiya mamostayan di roja dûyem de dewam dike. Heta ku aliyên peywendîdar bersiva wan nede wê çalkiya xwe bi domîne. Mamostayên jin ku daxwaza tayinkirinê dikin nêrinên xwe bi ajansa me re parvekirin.
“Ger mamamostayên wanebêj kar nekin mafê wan tê xwarin”
Buşra Bextiyar a sê sale mamostaye wiha behsa cudahiya waneyan dike: “Erkê me geleke, lê belê qet em ne xwedî mafekê ne. Cudahiyek mezin di navbera mamsotayên bi peyman û yên ku hikumet tayin dikin de heye ji ber jin nikarin mafê xwe yê hatî diyar kirin werbigrin zehmetî dikêşin. Her jina ku mamostaye divê mafê xwe bigre, di dema nexweşî û rewşek din de mafê wan ji dest tê girtin. Mamostayên bi peyman wane didin weke karkerane ew roja ku kar neke nikare dahatûyekê bigre. Em gelek di westin em bi karin çiqas wane bidin ewqas didin. Em daxwaza kar dikin heta ku daxwaza me bi cih neyê em dest ji çalakiya xwe bernadin.”
“Cudahî di navbera mamostayên bi peyman û yên dinê de heye”
Yek ji wan mamostayên ku daxwaza kar dike Sumeya Mehemed ya ku mamostayê zimanê Îngiliziye wiha dibêje: “Daxwaza me ewe ku em bên peyîwirdarkirin. Em bi xwe dizanin gelek cudahi di navbera mamsotayên bi peyman û yên tên tahinkrin de heye. Eve çend sale me zanîngeh temam kiriye. Dayik bav û xwendevan jî ji me re nabêjin mamosta dibêjin wênebêj. Ev cêwaziye ji aliyê hikumetê ve tê kirin. Daxwaza me ji mamostayên navçeyên din yên başûr heye ku pîştgiriya me bikin ku mamosta werin erkdarkirin.”