Malên li şûna konan hatiye avakirin jiyana jinên Idlibê dijwar dike
Jinên Idlibê ên derbasî gundên demkî bûn diyarkirin ku malên hatine avakirin ji konan ne baştir e û destnîşan kirin ku zehmetiyên berê di konan de dijiyan li wan malan jî dijîn.
HEDÎL EL-OMER
Idlib – Zehmetî û djiwariya jiyana jinên Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên Heyet Tehrîl El-Şam (HTŞ) de ye bi dawî nabin. Jinan ji roja ku Idlib ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî hatiye dagirkirin di kampan de hewil didin têbikoşin.
Beriya 2 salan li herêmên Bakurê Sûriyê bi taybet kampên Etma, Weqah, Eqrebat, Meşhed, Rohîn, Barîşa Dêr Hesan û Kemûna ên Idlibê hejmarek gundên demkî ji koçberan re tên avakirin. Rêxistinên civaka sivîl û navneteweyî serpereştiya avakirina van malan dikin. Lê ev malên ku tên avakirin ji bo koçberan ne guncave ji ber pir teng û mîna konan pir nêzî hevdû ne. Jinên ku di van malan de bi cîh bûn nerîzîbûnên xwe anîn ser ziman û gotin ku mal pir nêzî hevdû ne her wiha serşok û tuwalet hevbeş tê bikaranîn.
Necah El-Receb ya 30 salî ku di malê niştecihbûnê ya hatiye avakirin de dimîne got: "Dema ez hatim hilbijartin ji bo veguhestina komeleyên niştecihbûnê min got dibe mîna mala min ya ez jê koçber bûme û dê êş û azarên min bi dawî bibin lê belê ez matmayî mam ji ber min cihê alava cilşûştinê peyda nekir. Ez hinekî rawestiyam û min li mala ku têra 2 kesan nake temaşe kir. Dîwarên me bi yên cîranan re hevbeş e. dengê axaftinên wan tê me mîna ku em di malekê de bin. Ez hest nakim ku serbixwe me yan jî ne di bin çavdêriyê de me. Di kolanên kampê de dengê zarokan tijî ye. Serşok û cihê destavê jî hevbeş e."
‘Bila cihê berfirehtir ava bikin’
Necah El-Receb di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em gelekî tengav in, em nikarin tev bigerin, pileyên germahiyê bilind in, mîna mirov di gorê de be. Ez ji kesên têkildar daxwaz dikim cihên berfirehtir ava bikin.”
‘Malên hatine çêkirin ji kampan ne baştir e’
Hilwa El-Qadî ya 39 salî ku li kampên Qah li bakurê Idlibê dimîne di heman rewşê de dijî. Mala lê jiyan dike gelekî biçûk e. Hilwa El-Qadî wiha axivî: “Hûrgiliyên jiyana min a rojane gelekî bi xem in. Rehetî tune ye. Taybetiyên me ne bi şev û ne bi roj hene. Cureya avahiyê jî gelekî xirab e. zivistanê her dem şil e û baran di dîwar û ban re derbas dibe. Havînî jî pileyên germahiyê bilind in mîna ku mirov di firinê de be. Ez dibînim ev mal rewşa wan ji ya kampan ne baştir e. ez bi hêvî me ev rewş were guhertin .”
‘Jiyana di van avahiyan de dijwar e’
Xwendekar Esîl Mihemed Elî ya 15 salî jî ji ber qerebalixa zêde nikare waneyên xwe ezber bike ji ber ku bi 6 xwîşk, bira, dayîk û bavê xwe re di maleke 35 metre de dijî.
Esîl Mihemed Elî got: "Hebûna min di vê komê de hişt ku ez pileyên nizim bidest bixim. Ez nema dikarim demek dirêj mîna berê bixwînim. Jiyana di van avahiyan de dijwar e. Çiqasî ji kampan baştir be jî lê ji ber tengbûna rûbera van malan kêfxweşiya me naçe serî. Em ne rehet in. Ez bang li kesên ev proje amade kirine dikim ku careke din karê xwe li ber çavan derbas bikin û projeyên niştecihbûnê baş pêk bînin.”