Malek li Mexmûrê ji aliyê dewleta Tirk hat bombebarankirin
Li Wargeha Mexmûrê malek ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 3 jin birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê beriya çend deqeyan malek ji aliyê balafira dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin. Li gor agahiyên destpêkê di encama êrîşê de 3 jin birîndar bûne. Rewşa yek birîndaran giran e.
Navê jinên di êrîşê de birîndar bûye wiha ne, Gulê Ozek, Azîme Kabul û Edîbe Paksoy ye.
Hêjayê bibîrxistinêye ku zêdetirî heftiyeke şandeyên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de mal bimal digerin.
Şande îro jî li malan digeriyan, ji bo nasname, kartên erzaq û serjimêriyê karê xwe dikirin.