Malbatê mirina Shani Louk a ji aliyê Hamasê ve hat revandin ragihand

Xuşka Shani Louk ku ji aliyê Hamasê ve bedena wê ya tazî bi li pişta kamyonê ve hate teşîrkirin û bê tevger dimenê wê hatî girtin Adi Louk parvekirin kir û got: “Em mirina xuşka xwe bi xemgîn parve dikin.”

Navenda Nûçeyan – Derbarê qetilkirina hemwelatiya Almanî Shani Louk ku ji aliyê Hamasê ve bedena wê ya tazî bi li pişta kamyonê ve hate teşîr kirin û bê tevger dimenên wê girti xûşka wê Adi Louk li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal parvekirin kir.

Adi Louk di parvekirinê de wiha got: “Em mirina xûşka xwe Shani Nicole Louk bi xemginî parve dikin.” Bavê ku ji ragihandina Îsrailê re axivî îdia piştrast kir lê belê derbarê mijarê de hûrgulî parve nekir. Mirovê Shani,  Ruth wiha got: “Dûh me ji Îsrailê nameyek fermî girt. Di nameyek nivîskî de dihat aşkerekirin ku ji bo piştrastkirina ne di jiyanê deye belgeyên DNA hatine dîtin.”

Shani Louk di roja 7’ê Cotmehê de li sînorê nêzî Xeza di êrîşa li ser festîfala muzîkê a derbarê aştiyê de ji aliyê Hemasê ve hate dîlgirtin bedena wê ya tazî li pişt kamyoneke ve hat teşhîrkirin. Dayîka wê diyarkir ku keça xwe Shani Louk a bê tevger dîmenê wê hatî girtin ji porê wê ya bi rasta û deqên wê ew nas kir, banga alîkariyê kir. Malbatê piştre diyarkiribûn ku zanyariyên ku hê jiyan dike girtin e.