Li Kongoyê ji ber Ebolayê rêjeya mirinê derket ji sedî 43.9 e
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibe. Rêjeya mirinê derket ji sedî 43.9ê û rayedar ji ber bûyerên nehatine tespîtkirin û astengiyên li pêşiya kontrolkirina şewbê, bi fikar in.
Navenda Nûçeyan - Li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê, vîrusa Ebolayê di bin şert û mercên ewlehî û tenduristiyê yên aloz de bi lez belav dibe. Êrîşên berdewam û bêbaweriya li hemberî tîmên tenduristiyê, hewldanên ji bo têkoşîna li dijî şewbê asteng dikin. Rêxistinên navneteweyî hişyar dikin ku dibe hejmara bûyerên nehatine tespîtkirin zêde be û ev yek xetera belavbûnê mezintir dike.
Hezar û 405 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara mirinên ji ber şewba Ebolayê zêde dibe. Xebatkarên tenduristiyê ragihandin ku ji dawiya Nîsana sala borî û vir ve hezar û 405 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara bûyerên hatine piştrastkirin jî ji 3 hezar û 200î derbas kiriye.
Di daxuyaniya xebatkarên tenduristiyê ya roja Yekşemê de hat diyarkirin ku hejmara bûyerên bi testên laboratuwarê hatine piştrastkirin gihîştiye 3 hezar û 200î û rêjeya mirinê jî bûye ji sedî 43.9. Ev rewş nîşan dide ku nêzî nîvê bûyerên hatine piştrastkirin bi mirinê bi dawî bûne.
Pisporên tenduristiyê diyar dikin ku hejmara rastîn a nexweşan dibe ku ji ber bûyerên nehatine tespîtkirin, ji ya ku tê ragihandin zêdetir be. Rayedar destnîşan dikin ku vîrus berî ku şewb were tespîtkirin bi heftiyan belav bûye; her wiha pevçûnên çekdarî û nebaweriya li hemberî tîmên tenduristiyê, têkoşîna li dijî şewbê dijwartir kiriye.
Bûyerên Ebolayê li pênc parêzgehên Komara Demokratîk a Kongoyê hatine tespîtkirin. Parêzgeha Ituriyê ya li bakur û rojhilat, ku li sînorê Uganda û Sûdana Başûr e, wekî navenda sereke ya şewbê derdikeve pêş. Li Ugandaya cîran jî hin bûyerên Ebolayê hatibûn tespîtkirin.
Sêyemîn şewba herî kujer a Ebolayê ya di dîrokê de ye
Ebola, vîrusek xeternak e ku bi rêya şilavên laş tê veguhastin. Nebûna aşîyekî bi bandor an jî dermanekî taybet ê li dijî cureya Bundibuguyoyê, têkoşîna li dijî şewbê dijwar dike. Şewba heyî, di dîrokê de wekî sêyemîn şewba Ebolayê ya herî kujer tê nirxandin.