Malbata Gulistan Doku banga piştevaniyê li jinan kir

Malbata Gulistan Doku ya ku ev 6 sal in hatibû windakirin û jê agahî nedihate wergirtin, ji bo piştgiriyê bang li jinan kir.

Navenda Nûçeyan – Li Dêrsimê 6 sal berê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku hatibû windakirin. Piştî di 13’yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsînê de 13 kes hatin binçavkirin.

Malbata Gulistan Doku  li ser hesabê xwe yê medya dijîtal banga piştgiriyê kir û ev daxuyanî parve kir: “Em wek malbat li pêşberî edliyeyê ne, ji bo piştigiriyê em bang li hemû jinan dikin. Gulistan di tariyê de li benda me ye.” 

Hêjayî bi bîristinê ye, xwendekara pola duyem a Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulistan Doku ku 6 sal berê hat windakirin, di 13’ê Nîsanê de di dosyeyê de pêşketinek nû çêbû. Di encama vê pêşketinan de kurê Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonal, Mustafa Turkay Sonal jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin. 13 kesên ku hatin binçavkirin, îfadeyên wan hîn didom. Malbata Gulistan Dokû jî li ber edliyeyê di nobedê dene.