Malbata Şenyaşar: Werin em li hemberî zilmê bibin yek
Çalakiya Emîne Şenyaşar ya hevjîn û du kurên xwe winda kirî û kurê wê Ferît Şenyaşar a “edaletê” di roja 76’an de dewam dike. Malbat ev peyam par kir: “Werin em li dijî zilmê bibin yek. Ji bo hemû kesên ku piştevaniya me dikin spas.”
Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê birîndar ji bûyerê rizgar bûyî di roja 76’emîn de didome. Ji ber qedexeya derketina derve Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîn.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev tişt parverkirin: “Werin em li dijî zilmê bibin yek. Baroya Rihayê: ‘Em ji raya giştî re radigihînin ku heta dawiyê em ê şopînerê doza ku wê weke Komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê derbasî dîrokê bibe bin’. Ji bo hemû kesên ku piştevaniya me dikin spas.”