Malbata Şenyaşar li pêş edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar xist
Li Rihayê 14’ê Hezîrana 2018’an xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û bav û du kurên wî qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin ji pêşiya Edliyeya Rihayê bang kir û got; “Malbata min qetil kirin, zarokek min avêtin zindanê. Ev çi edalet e?
Riha- Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, ji bo pêkhatina edaletê li pêşiya Edliyeya Rihayê, du roj in çalakiya rûniştinê li dar xistine.
Ji sibê heta êvarê bi daxwaza ku bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re li ser dosyayê hevdîtin bikin rûniştin, daxwaza wan hat redkirin. Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê axivî û wiha got: “Ez nexweş im. Di dilê min de pirsgirêk heye. Piyê min diêşin, çavên min nabînin. Ez bi vî halî li vir rûniştîme. Em dixwazin derdê xwe ji dozger re bibêjin lê hevdîtina me qebûl nake. Em ê li vir rûnên. Malbata min qetil kirin zarokek min avêtin zindanê. Ev çi edalet e. Zarokên min li nexweşxaneyê bi êrîşan qetil kirin. Çima qeydên kamerayê yên li nexweşxaneyê eşkere nakin û kujeran nagrin? Heta edalet bi cih neyê ez ji vir ranabim.”
Çi bûbû?
Li Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartina 24’ê Hazirana 2018 di 14’ê Hezîranê de, dema ku parlemanterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz serdana esnafan dikir, parazvan û xizmên wî êrîşê cihê kar ê malbata Şenyaşar kiribûn û di encamê de Hecî Esvet Şenyaşr û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar û kekê parlamenter Mehmet Şah Yildiz hatibûn qetilkirin. Di bûyerê de tevî Ferît û Fadil Şenyaşar 8 kes jî birîndar bûbûn.
Fadil Şenyaşar û birayên xwe dema dihatin dermankirin hatibûn binçavkirin û dûre Fadil hatibû girtin. 15 meh piştî bûyerê di 18’ê Îlona 2019’an de kekê parlamenterê AKP’ê Enver Yildiz ê bi koma parêzvanên xwe yên ji 50 kesan pêk dihat hatibû Edliyeya Rihayê, teslîm bûbû wî şandibûn girtîgehê.