Malbata Şenyaşar li Enqereyê hat astengkirin

Polîsan Malbata Şenyaşar a xwest ber bi Wezareta Dadê ve bimeşe asteng kir. Dayik Emîne Şenyaşar li ber meclisê dest bi rûniştinê kir.

Enqere- Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar têkildarî Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di adara 2021’ê de dan destpêkirin li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.

Malbata Şenyaşar piştî civînê ji bo bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin ber bi avahiya wezaretê ve dest bi meşê kir.

Malbata Şenyaşar li ber deriyê Dîkmen ê Meclisê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Malbat li vir hat dorpêçkirin. Malbatê li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Rojnamevanên xwestin meşê bişopînin ji qadê hatin dûrxistin.