Malbata Şenyaşar: Em ê di 18'ê Tîrmehê de ji eywanên dadgehê biqîrin

Malbata Senyaşar a Nobeta Edaletê di roja 845'emîn de berdewam dike, balkişand li ser danişîna dê di 18'ê Tîrmehê de bê dîtin û wiha got: “Em ê neheqiya li me hatiye kirin, di 18'ê Tîrmehê de careke din li eywanên dadgehê biqîrin.”

Navenda Nûçeyan- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar rizgar bû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Edaletê ya malbatê di roja 845’an de didome.

‘Em ê di 18'ê Tîrmehê de ji eywanên dadgehê biqîrin’

Malbata Şenyaşar, ji ber di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Nobeta Edaletê di roja 845’emîn de li mala xwe ya li Pirsûsê didomîn e. Malbata Şenyaşar di parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal de bal kişand ser danişîna 18'ê Tîrmehê ya têkildarî komkujiyê bê dîtin û wiha hate gotin:

"Em, li dijî neheqiyê tu caran bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Em ê neheqiya li me hatiye kirin, di 8'ê Tîrmehê de careke din li eywanên dadgehê biqîrin. Heya ku edalet pêk were ev gotina me dê berdewam bike.”