Dema jin hatin qetilkirin, kiryar hatin 'efûkirin'!

Bi rêziknameya Înfazê ya Nû ya ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin re kiryarên ku li dijî jin û zarokê keç sûc pêktînin tên"efûkirin", tenê di 10 rojên dawî de 7 jin hatin qetilkirin û 2 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Pêşnûmeya Qanûna Torba ya ku milyonan kesan eleqedar dike, li Lijneya Giştî ya Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) derbas bû. Bi rêziknameya Înfazê ya Nû ya ku bi Qanûna Torbayê re hat qebûlkirin, sûcên li dijî jin û zarokên keç tên kirin dê bên "efû" kirin. kiryarên ku jinan qetil kirine û tecawizkar jî di nav de yên ku bi hinceta şewba Kovîd-19’e hatin berdan, dê venegerin girtîgehê û yên di saziya înfazê yên girtî de dimînin jî bên berdan.

Meclîs ji bo kiryaran mesaî kir!

Bi rêziknameyê re dê kesê ji cînayetê 20 sal ceza girtinê, dê 3 sal û niv di girtîgeha girtî de yên ku ji sûcên zayendî 9 sal ceza girtî ne jî dê meh di girtîgeha girtî de bimîne. 8 girtiyên ku di 2 salan de bi berda şertî û bi destûr jî girtîgehê derketine, 10 jin û 3 zarok qetil kirin. Di Meclîsa herî paşverû ya dîrokê de ji bo "efûkirina" kiryarên sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin xebat tê meşandin, hema bejê  her roj jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin.

Di nava 10 rojan de 7 jin hate qetilkirin

Tenê di nava 10 rojên dawî de 7 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, jinek ber bi întîharê ve hat xiriqandin, 3 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Bi “hejmarên” ku di 10 rojên dawî de di çapemeniyê de derketin pêş re, bûyerên ku jin hatin qetilkirin û bi awayekî guman mirî hatin dîtin wiha ne:

Nazli Şahîn bi dayika xwe re hat qetilkirin

Erdal Şahîn di 6'ê Tîrmehê de li Taxa Sariyerê ya Stenbolê, hevjina xwe Nazli Şahîn û dayika Nazli Şahîn  S. Şahîn bi tivingê qetil kir. Erdal Şahîn piştre bi heman tivingê întîxar kir. Bavê Nazli Şahîn Mehmet Şahîn qeyrana dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê.

Aysel Ekîcî bi 10 guleyan hat qetilkirin

Di 7'ê Tîrmehê de li Êlihê Murat Ekîcî yê 42 salî, bi çeka xwe 10 gule li hevjina Aysel Ekîcî ya salî 37 reşand. Aysel Ekîcî ya ku piştî ji aliyê ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ve rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Murat Ekîcî piştî bûyerê hat binçavkirin.

Tacîz û tundiya xwediyê kargehê bû sedema întehar e

Jina ciwan E.G.T ya 19 salî ku di 8'ê Tîrmehê de li navçeya Seydîşehîra Konyayê ji aliyê xwediyê karsaz Îbrahîm Gokay Ganioglû ve rastî taciz û tundiyê hat, ji qata 5'an a avahiyekê xwe avêt û hewilda întehar bike. Rewşa tenduristiyê ya E.G.T. ya ku li nexweşxaneyê tê dermankirin xeter e.

Fatma Sema Çalişkan di mala xizmê xwe ya dîma de hat qetilkirin

Di 10'ê Tîrmehê de li Karamanê Fatma Sema Çalişkan a 34 salî, piştî ku hevjinê re nîqaşkir bi zaroka xwe ya 12 salî re hat mala xizmên xwe. Kiryarê ku çû heman navnîşanê bi çekê Fatma Sema Çalişkan qetil kir. Kiryar piştre hate girtin.

Hedra A. li mala xwe mirî hate dîtin

Li navçeya Qosera Mêrdînê di 10’ê Tîrmehê de polîs û ekîbên tenduristiyê ku piştî bihîsta dengê çekê ya ji malekê hatin cihê bûyerê, dîtin ku Hedra A. (45) ku nexweşiya epîlepsiyê ye bi çekê hatiye gulebarankirin. Hedra A. ya ku hat tesbîtkirin jiyana xwe ji dest daye, dayika zarokekî ye. Der barê bûyerê de hevjinê Hedra A. Zekî A. wek gumanbar tê lêgerin kirin.

Di nava çemê de cenazeya wê hate dîtin

Di 12'ê Tîrmehê de di nava çemê li navçeya Înegol a Bursayê cenazeyê jinekê hat dîtin. Di encama şopa tiliyên hatin girtin de, hate tespîtkirin cenaze aide Semra Elmas a 42 salî ye. Dema  der barê bûyerê mirina bi awayekî guman de lêpirsîn hate destpêkirin, hat hînbûn Semra Elmas a cenazeyê wê li Înegolê hate dîtin, li Balikesîrê dijî.

Parêzer Zelîha Ay mirî hat dîtin

Zelîha Ay a ku li Baroya Îzmîrê qeydkirî ye, di 12'ê Tîrmehê de li mala ku bi hevalê xwe yê mêr ku hate hinbûn binefsere  bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Hevalê wê mêr yê ku li Navenda Telefonên Lezgîn a 112'an geriya, îdia kir ku Zelîha Ay di mala ku bi hevra dimînin de bi awayekî bi çekê ji serê xwe hatiye gulebaran kirin dîtiye û alîkarî xwest. Hat diyarkirin ku Zelîha Ay di bin kontrola ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê da jiyana xwe ji dest da. Hevalê wê yê ku birin navenda polîsan di îfadeya xwe de îdia kir ku bi dengê çekê hişyar bûye.

Ji aliyê mêrê hevberda ve hate qetilkirin

Kubra O. ya 39 salî ku li taxa Kemalpaşa ya Îzmirê li marketek karê kasiyertî dike, di 13'ê Tîrmehê de ji aliyê Mehmet O’ yê 39 salî yê hevjinê xwe ya berê ve bi çekê hat qetilkirin.

Du xwişk ji aliyê birayên xwe ve hatin qetilkirin

Di 14’ê Tîrmehê de li navçeya Terme ya Samsunê di navbera sê xwişk û bira de ji ber axên ku ji bavên wan mîras mayê nîqaş derket. Di şerê xizmên wan jî tevlî bûn de, Cavit Aşkin (60) xwişka xwe Ayşe Ergen (60) û Nuran Topal (47) bi çekê qetil kir û 2 kes jî birîndar kir. Ji bo girtina Cavît Aşkin ê reviyayî xebat hatin destpêkirin.