Malbata Şenyaşar: “Em dev ji doza xwe ya mafdar bernadin”

Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar careke din daxwazên xwe yên Edaletê anîn ziman û gotin; “Em dev ji doza xwe ya mafdar bernadin. Em bêdeng namînin.”

 
Riha – Çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a bi daxwaza “Edeletê” dabûn dêstpekirin, di roja 58’an de didome. 
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza “Edaletê” li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dabû destpêkirin, ji ber qedexeyên derketina kolanan li mala xwe didomînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsî: "Kesên siberoja me, xeyalên me û jiyana me dizîn niha bên parastin jî ew ê rojekê hesab bidin. Em dev ji doza xwe ya mafdar bernadin. Em bêdeng namînin."