Malbata Şenyaşar: Edalet wê ji bo we jî lazim be!
Malbata Şenyaşar di roja 649’an de nobeta ji bo edaletê, ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtiye li mala xwe didomîne.

RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne got: "Li cihê ku kesê sûcê mirovahiyê bike mexdûr bê nîşandan li wir edalet tune ye."
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku sê ferdên malbata wan ji aliyê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobedê kiribûn berdewam dike.
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 649' an de, ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtîbû, li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe berdewam kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama; “Li cihê ku kesê sûcê mirovahiyê bike mexdûr bê nîşandan li wir edalet tune ye. Helbet vê edaleta em lê digerin wê rojek ji bo we jî pêwîst be. Em ê tu carî neheqiyê nekin” Parve kirin.