Malbata Şenyaşar: Bila hemû kes aliyê xwe diyar bikin!
Nabeta Edaletê ya malbata Şenyaşr di roja 659’an de careke din daxwaza xwe ya edaletê nû kirin û gotin: “Bila hemû kes aliyê xwe diyar bikin! Bêdengmayîn hevkariya zilmê ye.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 659’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di saetên siharê de dest bi nobeta xwe kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal nivîsand ku Emîne Şenyaşar îro beşdarî nobetê nebûye û di parvekirinê de ev tişt hate gotin: “Îro dayik ne di nobetê de ye! Careke din dayik weke bersûc li qereqolê îfade dide! Mexdûr weke ku hûn hemû texmîn dikin êrîşkarên komkujiya nexweşxaneyê @ parlamentere AKP’ê! Bila hemû kes aliyê xwe diyar bike! Bêdengmayîn hevkariya zilmê ye. @wezareta edaletê.”