Malbata Şenyaşar bi hêceta ‘wezîr nîne’ hate astengkirin

Malbata Şenyaşar ku îro xwest bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bike bi hinceta ku ‘wezîr nîne’ hate astengkirin. Malbatê carek din daxwaza edaletê kir.

Navenda Nûçeyan - Li nafçeya Pirsûs ya Rihayê di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, Nobeta Edaletê ji Riha birin Enqerê di roja 21’an de dom dike.

Ji ber nexweşiyê Emîne Şenyaşar bi kursiyê bi tekerlek çalakiya xwe dom kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro jî di destê wan de pankarta ‘Edalet’ ji Deriyê Dîkmenê ya Parlamentoyê ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Ve carê jî bi hinceta ku ‘wezîr nîne’ malbat  negirtin avahiya wezaretê.

‘Divê mudaxeleya ser darazê rabe’

Malbata Şenyaşar li ber derê wezareta Edaleat Tirk nobeta xwe dom dikin, li vêderê cara yekeme daxuyanî didin. Di daxuyaniyê de Ferît Şenyaşar axivî û wiha got: “Li pişt me pankarta ku li ser 'Edalet' nivîsî heye û  li ber Wezareta Edaletê jî dayikek bi lorînan daxwaza pêkanîna edaletê dike. Em her tên ji me re her dibêjin ‘wezîr nîne’. Bersiva pirsa gelo li Tirkiyeyê edalet heye an na li vir xuya dike. Tirkiye li vê dayikê temaşe dike û cîhanê lorînên vê dayikê bihist. Lê mixabin kesên ku edaletê pêktînin wekî Rihayê li vir jî ji me dirêvin. Wezîrê Edaletê berpirsê pêkanîna edaletê ye. Daxwaza me ne mudaxaleya darazê ye, daxwaza me mudaxaleya li ser darazê bê rakirin e." 

‘Kurê min berdin’

Emîne Şenyaşar  xwest bikuj werin darazandin û kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan û di destê wê de pankarta ‘edalet’ nivîsî bi zimanê  Kurdî lorand  û got: “Ev zilm bû sedema tunebûna malbata min. Kurê min berdin. Dewlet li beramberî vê zilmê na rabe.”