Malbata Şenyaşar a ji bo edaletê têdikoşe dengên xwe avêtin
Malbata Şenyaşar ku 783 roj in Nobeta Edaletê digire dengên xwe avêtin û ev peyam da: “Me ji bo pêşerojeke demokratîk peywîra xwe bi cih anî.”

Riha – Malbata Şenyaşar ku 783 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire dengên xwe avêtin. Dayika Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar dengên xwe li Lîseya Anadolû ya Fethî Şîmşek a li Taxa Demokrasî ya navçeya Pirsûsê dengên xwe avêtin.
Ferît Şenyaşar ê di heman demê de namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk e, piştî ku dengê xwe avêt wiha got: “Me ji bo pêşerojeke edalet û demokratîk peywîra xwe bi cih anî. Tu cih û meqam ji jiyana mirovan girîngtir nîne. Daxwaziya me ew e ku bêyî ku bûyerek biqewime hilbijartinê temam bikin û guhertinê pêk bînin.”