Malbata Şenyaşar: Êşa me û doza me yeke
Malbata Şenyaşar ku ev 713 roje têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got; ‘Edaletê, ji heqîqetê çêdibe. Êş û doza me yeke.’
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230305-20230305-690x390cc-urf-05-03-2023-senyasar-713-gun-jpgb26601-image-jpgcf346d-image.jpg)
Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 713’emîn de didome.
Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye malbata Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir: “Edaletê, ji heqîqetê çêdibe. Êş û doza me yek e! Heta ku kesên komkujî pêk anîn tên darizandin... Heta dawiyê bi ruhê piştevaniyê. Heta dawiyê edalet.”