Malbat windayên xwe dixwazin

Di hefteya 831’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de xizmên windayan aqubeta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar ê 20’ê sibata 1994’an dibin çavan de hatî windakirin pirsîn. Di çalekiya xizmên windayan a Amedê de jî aqubeta sercerdevan Tevfîk Ay yê 17’ê Çileya 1995’an Serfermandariya Qereqolê ew vedixwîndî qereqola Epseyê û êdî agahî jê nehatî girtin pirsîn

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarok û xizmên xwe bipirsin di hefteya 831’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiya ji ber sedema pandemiyê li ser hesabên medya civakî de li dar xistin, li aqûbeta Cuneyet Aydinlar ê xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû û di 20’ê sibata 1994’an de di binçavan de hat windakirin pirsîn. 
Dayika Cuneyt Aydinlar, Menekşe Aydinlar destnîşan kir ku 27 sal in ew li benda edaletê ye û got: “Her tim çavê min li rê ye ku were lê nayê. Dilê min dişewite. Çavê min li rêya ye. Ez dixwazim dayikên kezeba wan dişewite negirîn. We çi kiriye ji kurê min bêjin. Ez dixwazim eşkere bikin. Bila dilê yên vê yekê kirin jî bişewite.” 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî têkildarî dosyeya dozê agahî dan û destnîşan kir ku li gel hemû hewldanên wan jî di hiqûqa navxweyî de tu pêşketinek çênebû û dosyeya Cuneyt Aydinlar di refikên gemar girtî yê dozgeriyê de ye û devê dosyeyê hatiye girtin. 
Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Nûran Ozturk xwend û behsa serpêhatiya windakirina Cuneyt Aydinlar kir. Nûran destnîşan kir ku Cuneyt Aydinler di bin berpirsiyariya dewletê de hatiye windakirin û xwest dewlet dawî li bêcezakirina 27 salan bîne û wezîfeya xwe ya birêvebirina lêpirsînê bi cih bîne. 
Ji sala 1995’an ve agahî jê nayê girtin
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê jî bi armanca “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 629’emîn a her heftê li dar dixin, ji ber pandemiyê, li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komeleyê di hesabê xwe de video parve kir û bal kişand ser aqûbeta windayan. Di çalakiya vê heftê de, pirsa aqûbeta sercerdevan Tevfîk Ay ê di 17’ê Çileya 1995’an de eskeran vexwend qereqolê û careke din agahî jê hatin girtin, hat kirin. Serpêhatiya Ay ji aliyê Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Abdusselam Înceoren ve hat vegotin.
Tevfîk Ay sercerdevan bû, li gundê Estel-Ziyaret a Midyatê dijiya, berî bê windakirin mûxtar bû. JÎTEM a wêdemê li herêmê kiriyarên nediyar piranî bi destê wan dihat kirin zext lê dikirin û pêre mijûl dibû ji bo tevlî xebatên xwe bikin. Dema dibînin tevlî xebatê wan nabe êdî winda dikin. Di 17’ê Çileya 1995’an de Serfermandariya Qereqola Leşkerî ya Bajaroka Epse Tevfîk Ay vedixwîne qereqolê. Dema diçe qereqolê û carek din agahî jê nayê girtin.