Çalakvanên Mexmûrê: Em dev ji têkoşîna xwe bernadin
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewigirtina koma 177’emîn, di roja 905’an de didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 177’emîn, di roja xwe ya 905’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 176’emîn Sebrî Mijînî axivî.
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêbertî ne’
Sebrî Mijînî destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên ser gelê Kurd tên meşandin û got: “Banga me ji bo gelê me yê welatparêze, bi sedan salane gelê me bi înkar û îmhayê re derbas dibe. Bi saya têkoşîna tevgera Apocî gelê Kurd gihiştiye merheleyek girîng. Dijminê me jî hovîtiya xwe zêdekiriye, mînaka wê ku ev çar rojin li Helebê hêzên daîşê ku wek hikumeta demkî tê zanîn ango Colanî bixwe daîş e, qatilê Kurdan e. Gelê Kurd divê zanabûnê de ye. Em xwedî fikir û felsefeya Rêbertî, artêş, gel û erdnîgarî ne. Hertiştê me heye, me ti caran êrişî xaka kesî nekiriye.”
Sebrî Mijînî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku îmha û înkara li ser gelê me hebe, em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Heta Rêbertî bi fîzîkî azad nebe emê liberxwe bidin û çalakiyên xwe bimeşînin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 177’emîn dawî bû.