Mala Jin a Zirganê: Jinan rê neda hişmendiya baviksalarî û dagirkeriyê

Rêvebera Mala Jin a navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê Sediya Eydo da zanîn ku ew di nava êrîşan de dikaribûn di salekê de li 19 dozên jinan binêrin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Li bakur rojhilatê Sûriyeyê di nav êrîşên dijwar de jin dikaribûn di hemû hûrguliyên jiyanê de xwe birêxistin bikin, biparêzin û dozên hev çareser bikin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker şoreşa jinan hedef digre, jin xwe weke xelekek li dora doz û şoreşa xwe digerînin û wê bi her awayî diparêzin.

Mala Jin a navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê ya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di salekê de 19 doz di navbera dozên malbatî, hevjînî, dozên giştî û dozên zewaca di temenê biçûk de pêşwazî kirine. Bi giştî 19 doz, 7 jê hatine çareserkirin, 9 di şopandinê de ne, 2 şandine Dîwana Edaletê û dozek ji saziyên elaqeder re hatiye şandin.

Rêvebera Mala Jin a navçeya Zirganê Sediya Eydo têkildarî wan dozan axivî.

'Bi êrîşan nikaribûn rê li ber çareserkirina dozên jinan bigrin'

Sediya Eydo der barê xebatên îsal de ev tişt anî ziman: "Jinek li ku derê be, em doza wê dişopînin. Ji dozên pirzewaciyê, zewaca di temenê biçûk de, dozên malbatî û hevjînî û hwd. Îsal ruxmî dijwariya êrîşan, em dikaribûn hejmarek baş ji dozên ku hatin ber destên me û yên ku me li derve şopandin çareser bikin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku çêbûn bêtir zirarê dan jin û zarokan. Di nava xebat û perwerdeya em didin jinan de em bêtir wan bi cesaret dikin, ji ber ku em li vir hev temam dikin."

'Em jinan di nava pencên dagirker û hişmendiya baviksalarî de nahêlin'

Sediya Eydo da zanîn ku ew di nava van êrîşan de nikarin jinan bi tenê bihêlin û wiha sedema wê anî ziman: "Mala Jin mifteya çareseriya doza jinan e ger em ji êrîşan hesaban bikin û derkevin jî wê jiyana jinan di xeteriyeke mezin de be. Em nikarin jinan bi tenê di nava hişmendiya dagirker û baviksalarî de bihêlin. Jê zêdetir em li nav jinan digerin, semîneran û perwerdeyê didin wan. Ger me axa xwe berda, tê wateya ku me dest ji mafên xwe jî berdaye ye lewre em çiqas bi axê ve girêdayî bin ewqas jî em xwediyên mafên xwe ne. Hatina me ya li navendê û çareserkirina dozên jinan ev bi xwe hêzê dide me ku em hîn bêtir berdewam bikin û ji gavên avêtî bê veger bin. Em bi hev re dikarin heta serkeftinê li ber xwe bidin."

'Hişmendiya baviksalarî hewl da desthilatdariya xwe ferz bike lê jinan pêşî lê girt'

Sediya Eydo got ku ew bi xwe diçin cem jinan û li wan guhdarî dikin û wiha domand: "Em li benda dozan namînin ku werin Mala Jin, em bi xwe diçin cem jinan û li wan guhdarî dikin û çareseriyan dibînin. Zirgan bi xwe xeta agir e, dozên ku ji Zirgan, xetên wê yên agir û wekî din gundewarên wê jî tên, em wekî ekîbekê bi yek armancê van dozan, li ser bingeha wekheviyê çareser dikin, bêyî ku mafên jinan werin xwarin. Ji ber êrîşan gelek kesan hewl dan hin mafên jinan binpê bikin û wekî ku şoreşek li vir tune ye yan jî jin jin e û mêr mêr e bidin xuyakirin û careke din desthilatdariya xwe ferz bikin. Lê me dikaribûn kontrolê bidin çêkirin û jinan perwerde bikin."

'Em dikarin bikin lê bi hev re û wekî xelekekê'

Sediya Eydo da payin ku piştî dagirkeriya Tirk barê wan ê li hemberî jinan girantir bûye û wiha pêl da gotinên xwe: "Li hemberî her cure êrîşên dagirkeriyê û mêr, li hemberî cureyên tundiyê jî em her dem hewl didin jinan zana bikin lê piştî êrîşên dagirkeriyê barê me û berpirsiyariya me li hemberî jinan girantir bû. Doza jinan jî dozeke girîng e di vê gerdûnê de, em hewl didin vê bi civaka xwe bidin fêmkirin ku jin jî xwedî maf in û em ê bi hev re xwedî li mafên wê derkevin. Em jin weke xelekekê ne jinên di xeta agir de, jinên xebatên rêxistinî, leşkerî û ewlehiyê dikin, xelekek bikeve wê gelek tişt winda bibin, ji ber wê niha em bang li hemû jinan dikin ku bi hev re bin. Em bi hev re dikarin bikin û dagirkeriyê têk bibin, bajarên xwe biparêzin û xwe azad bikin."