Mafên zarokan li ser kaxezê ne û tundî û destdirêjiya li ser wan didome
Îro roja zarokan a cîhanê ye. Îro, dema behsa qanûn û peyman ji bo parastina zarokan têne kirin, hê bi mîlyonan zarok li çaraliyê cîhanê, bi taybet li deverên şer, rastî tacîz, destdirêjî û nebûna pêdiviyên bingehîn tên.
LAVE KURDE
Navenda Nûçeyan – 1’ê Hezîranê Roja Zarokan a Cîhanê, her sal bi çalakiyên cûrbecûr tê pîrozkirin. Lê belê mafên zarokan di asta cîhanî de bi gelemperî li ser kaxezê tên naskirin, di pratîkê de cûdahiyek mezin heye. Her çiqas hema bêje li her welatekî Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hebe jî, bi milyonan zarok ji ber aloziyên leşkerî, xizanî, karên zarokan, nebûna xwendinê û çavdêriya tenduristiyê, hîn jî bi gefên giran re rû bi rû ne. Rewşa mafên zarokan li seranserî cîhanê bi cudahiyek kûr a di navbera parastina zagonî û rastiya bingehîn de tê pênasekirin.
Hevpeymana Çarçoveya Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî (UNCRC): Ev peymana mezin a cîhanî bi 54 bendan diyar dike ku herkesê di bin 18 salî de, xwedî mafê jiyan, pêşketin, parastin û tevlîbûnê ye.
Hevpeymana berfireh: Ji bilî Emrîka, hemû welatên cîhanê UNCRC pejirandiye, ev jî wisa kir ku bibe peymana mafên mirovan a herî berfireh a dîrokê.
Pirsgirêkên mezin li seranserê cîhanê tevî pabendbûna zagonî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch), binpêkirinên mezin ên rojane yên van mafan tomar dike. Binpêkirinên mîna aloziyên leşkerî, êşa zarokan a nehevseng a li deverên şer, zarokên ku pirî caran rastî êrîşên hedefgirtî yên li ser dibistanan tên, leşkerkirina bi darê zorê û koçberiya girseyî.
Nebûna parastina civakî wisa kiriye ku zarok rastî xizanî, tacîz û newekheviyê bên. Bi milyonan zarok ji mafên bingehîn ên jiyan, perwerde û parastinê bêpar in û di civakên hatin paşguhkirin de, bi binpêkirinên herî giran re rû bi rû ne.
Girîngtirîn daneyên cîhanî asta binpêkirinên van mafan nîşan didin:
Mafê parastin û parastina civakî: Nêzîkî 1.6 milyar zarok li seranserî cîhanê xwedî tu parastina civakî nînin.
Xizaniya zêde: 333 milyon zarok di xizaniya tund zêde de ne. Li cîhanê ji her 3 zarokên di bin 5 salî de, 2 zarok xizaniya tund a xwarinê dijîn.
Tundî: Nêzî milyarek zarok, zêdetirî nîvê ciwanên cîhanê ye, her sal rastî cûrek ê tundiya hestiyar, fîzîkî an jî zayendî tên.
Mafên pêşveçûn û perwerdê: 64 milyon zarokên di temenê dibistana seretayî de ne, ji dibistanê bêpar in.
Girtin: Her sal herî kêm 330 hezar zarok li 80 welatan ji ber ku koçber in, di girtîgehên koçberiyê de têne girtin.
Şerê çekdarî: Li cîhanê zêdetirî 200 hezar zarok, ji komên çekdar hatine rizgarkirin.
Tenduristiya derûnî: Zêdetirî ji sedî 14’ê ji ciwanên di navbera 10-19 salî de, li seranserê cîhanê bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî re rû bi rû dimînin û xwekuştin di nav vê koma temenî de sedema sêyemîn a mirinê ye.
Zarokên Kurd li deverên sînorî bi gefan re rûbirû ne
Rewşa zarokên Kurd aloztir e. Bi cudahiyên herêmî li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê diyar dibe. Her çend gihîştina perwerdehiyê baştir bûye jî, mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê tê astengkirin.
Pirsgirêkên sîstemîk ku di nav de bandorên wêranker ên şer, koçberiya bi darê zorê, bêwelatîbûn, keda zarokan û gihîştina perwerdehiyê hene, hîn jî gefê li xweşhaliya wan dixwin.
Li gorî daneyan, rêjeyên temamkirina dibistana navîn ji bo zarokên civakî-aborî yên xizan dadikeve derdora ji sedî 37’an û bêaramiya jeopolîtîk a berdewam û pevçûnên navxweyî bûne sedema hejmarek zêde ya koçberên navxweyî û penaberan. Zarokên ku li deverên sînor dijîn ji ber operasyon û dorpêçên leşkerî yên li ser sînor ku binpêkirina peymanên navneteweyî yên li ser mafên zarokan e, bi gefên ewlehiyê yên domdar re rû bi rû dimînin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) derbarê êrîşên balefirên bêmirov ên dewleta Tirk de raporek weşandiye ku tevahiya malbatên Kurd wêran kirine û zarokên ku di êrîşan de hatine kuştin belge kiriye. Wekî din, dorpêçkirinên li dora bajarên wekî Kobanê, gihîştina lênihêrîna bijîşkî, xwarin û germê sînordar dike ku dibe sedema mirinên trajîk ji ber westandin û kêmbûna xwarinê.