Lubnan: Agirbesta di siya zextên navneteweyî û zêdebûna şerê li herêmê de

Tevî agirbesta di navbera Lubnan û Îsraîlê de hate îlankirin, piştî êrîşên ku Îsraîlê tevahiya şevê pêk anî, li başûrê Lubanê aramiya bi pîvan serdest e. Di vê pêvajoyê de hişyariyên derbarê xeteriyên bermahiyên şer de didome, hejmara miriyan zêde dibe.

Navenda Nûçeyan – Li gel domandina binpêkirinan û zêdebûna hişyariyên mirovî, tabloya siyasî û qadê ya li Lubnanê, nîşan dide ku hevsengiyek hesas ji rageşiyên leşkerî yên car bi car û zexta navneteweyî ya tund ji bo kontrolkirina pevçûnê ye. Îro, li eniyên cuda yên Başûrê Lubnanê bêdengiyek hişyar hebû, tevahiya şevê êrîşên hewayî û bi topan ku gelek bajarok û rêyên jiyanî kirin hedef, çêbûn.

Êrîşên Îsraîlê tevahiya şevê bi taybetî li dijî bajarokên El-Mansûrî, Mecdul-Zun, Dêr Kîfa û Kefer Dûnîn û her wiha li dora parka giştî ya nêzîkî tesîsên geştiyariyê yên li Sur, dijwar bûn.

Li Nabatiyeyê, balafirên şer ên Îsraîlê li dora nexweşxaneya Şêx Raghib Harb a li bajaroka Tulê êrîşeke hewayî pêk anîn. Ji ber hedefgirtina herêmek nêzî saziya tenduristiyê, gelên herêmê vê êrîşê wek metirsiyeke mezin nirxandin.

Îro danê sibehê Îsraîlê dîsa êrîşî Lubnanê kir

Tevî ku piştî hevdîtinên li Washingtonê di navbera Lubnan û Îsraîlê de peymana agirbestê hat ragihandin jî, îro danê sibê droneke Îsraîlê wesayîtek cureyê ‘Rapid’ li ser rêya Zefta ya navçeya Nebatiyeyê kir hedef. Li gorî çavkaniyên medyaya herêmî, di êrîşê de kesek mir.

Di navbera 2’yê Adarê û 3’yê Hezîranê de 3 hezar û 516 kes mirin

Li navçeya Sayda, di êrîşa Îsraîlê ya li dijî herêma Xezayê li ser hangarek ku gelek penaber tê de diman ket de, çend kes birîndar bûn. Saziyên parastina sivîl ji xelkên koçber xwestine ku li benda daxuyaniyên fermî yên ku piştrast dikin ku ewlehî hatiye mîsogerkirin bisekinin berî ku vegerin gundên li başûr. Her wiha di mijara ku sivîl nêzî deverên pevçûnê yên bibin sedema xeteriyan nebin de hişyarî da.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşa li dijî tîmek ambulansê ya li bajaroka Zibdîn ê navçeya Nebatiyeyê de, karmendek tenduristiyê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên di navbera 2’yê Adarê û 3’yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 516 kesan û nêzî 10 hezar û 674 kes jî birîndar bûn.