Lîstokvana Îsrailê Maisa Abd Ekhadi hat binçavkirin

Lîstokvana Ereb ya Îsrailî Maisa Abd Ekhadi derbarê êrîşên li ser Filistinê de li ser medyaya dijîtal parvekirin kir de bi hêceta ku ‘piştgirî daye Hamasê’ hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Lîstokvana Ereb ya Îsrailî Maisa Abd Ekhadi li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal bi îdeaya ku pioşevanî daye Hamasê hat binçavkirin. Polîsan di daxuyaniya ku derbarê lîstokvanê de hat dayîn de biryara binçavkirinê piştrast kir.

Li gora nûçeyan The Times of Îsrail, Maisa Abd Elhadi piştî parvekirina mijarê gotinê de hatiye binçavkirin. Polîsan di daxuyaniya derbarê mijarê de nasname parvenekir û diyarkir ku: “Lîstokvanek û Inflienser ku li bajarê Nasira jiyan dike bi şûpeya îfadeyên ku pesnê terorê dike bi karanî û gotinên xirab bikaraniye hetine binçavkirin.” Ragihandina Îsrailê nivîsad ku polîsan serî li dadgeha Nasira dane û ku pêvajoya binçavkirina lîstokvanê dirêj bikin.