Bi hêzên deryayî êrişî Xan Yûnis a başûrê Xeza kirin

Bombebarana Îsraîlê ya ku tê diyarkirin bi wesayîtên zirxî bejayî êrîşî Xezayê kiriye, dewam dike. Hat ragihandin ku hêzên deryayî jî beşdarî êrîşên li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê bûne.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsrailê li dijî Xeza berdewam dike, her kêliya ku diçe hêjmara windayan jî zêde dibe. Êrîşên hewayî ên Îsrailê li ser Xeza bê navber berdewam dike.

Artêşa Îsrailê daxuyaniyek da û diyarkir ku li Zîvala Xezayê a dibin dorpêçê de di nava 24 saetan de 250 êrîşên hewayî pêkanîn e. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku cihên ku êrîş lê pêkhat cihên girêdayî leşkerî ên Hamasê ne. Hat zanîn ku ji ber gotin sivilan ‘herin başûr’ Xan Yûnisa ku wê bi ewletir be bi hêzên deryayî êrîş kiriye. Di wêneyên ku ajansa nûçeyan a Reutersê weşandî de tê dîtin ku di nav de hêjmarek zêde zarok û sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birindar bûne.

Rayedarên Xezayê: Sivil mir in

Rayedarên Filistinê ên li Xezayê aşkere kir ku di êrîşa 24 saetan ya Îsrailê de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi lez zêde dibe. Li gor daxuyaniya dawî; Hêjmara Filistiniyê ku ji 7’ê Cotmehê li Xezayê hatin kuştin 6 hezar 546, hêjmara birindaran jî 17 hezar û 439’ e.

Li Şeria Rojava zext zêde bû

Tê dîtin ku zextên Îsrailê li Şeria Rojava û Qudusa Rojhilat li ser Filistiniyan, berîya tevgera bejayî ya li Xezayê zêde bûye. Ji derveyî Qudusa Rojhilat li Şeria Rojava û li bajarên Nablus û El Halil şevê din di serdegirtina ji aliyê artêşa Îsraîlê ve herî kêm 85 kes hatin binçavkirin. Waliyê Urdun der barê zextan de diyarkir ku herî kêm 8 Filistinî hatin birindarkirin. Li gor daxuyaniya herî dawî ya Rêveberiya Filistinê ji 7’ê Cotmehê heta niha li Şeria Rojava di serdegirtina Îsraîliyan de herê kêm 104 Filistinî hatin kuştin. Li herêmê ji 7’ê Cotmehê heta niha hêjmara birindaran giha 1836’an.

224 îsrailî dîlin

 Hate diyarkirin ku li aliyê Îsrailê di êrîşa Hamasê de Îsrailiyên ku li sînorê Xeza hatin kuştin nasnameyên wan bi xebatên rêya DNA bê tesbîtkirin berdewam dike. Artêşa Îsrailê hêjmara dîlgirtiyên di destê Hamasê de nû kir û îlan kir ku hêjmar 224’e . Rayedar di fikirin ku hêjmar hê zêdetir be.

Li aliyê din  Tugaya Îzzeddin el Kassam aşkere kir ku di destê wan de nêzî 200 dîl hene, hêjmara li gel dîlgirtiyên di destê Cîhada Îslamî ên ku bejdarî êrîşan bûne gihaye 250’an. Di rojên borî de bi navbeynkariya Qetar dû jê ABD yî û dû jê temen mezin çar jinên dîl ji aliyê Hamasê ve hatin berdan.

YE’yê helwesta pêwîst nîşan neda

Ji bo li Xezayê qeyrana mirovî a ku tê jiyankirin bi dawî bibe banga agirbestê li Netewên Yekgirtî (NY) hate kirin. Li bendê ne ku îro nûnerên yekitiya Avrûpa (NY) li Brukselê werin ba hev, lê bendê ne ku zextên li ser Îsrailê zêdetir bikin. Di encama daxuyaniya ku li lutkeyê were erêkirin û ketî destê ragihandinê, li Xeza ji ber xirabiya rewşa mirovî tenê fikrên xwe anîna ziman ji bo gihandina alikariya mirovî û avakirina korîdorek mirovî û ji bo ilankirina agirbestên demkî bang tê kirin.