Lîstikvana satrancê ya serkeftî Sara Xadim

Sara Xadim wekî yekem jina Îranê di rêza 15’an a baştirîn lîstoka satrancê ya cîhanê de cihê xwe girt.

Navenda Nuçeyan- Li gora medya wersîzşî ya Îranê ku di lîstika satranca nû ya di meha Mijdarê de ji aliyê federasyona strancê ya cîhanê ve hatiye ragihandin de, Sara Xadim di beşa jinan a satrancê de bi pileya 2494’an di lîstika satrancê ya li Rusyayê de di rêza 14’em de cihê xwe girt.
 Sara bi vê serkeftina  xwe dibe yekem jina Îranê di lîstika satrancê de pile girtiye û di sala 2018’an de dibe şampiyona cîhanê û xelata zîv girt. Her wiha di lîstika li Rusyayê de layiqî medalyaya zêr jî hat dîtîn.
Her wiha Sara Xadim bi vê serkeftina xwe dibe yekem jina lîstikvana satrancê ya Îranê. Her wiha di lîstika satrancê de çend caran xelatên cur be cur wergirtiye. 
Sara Xadim di 10’ê Adara 1997’an de li bajarê Urmiyeyê ji dayik bûye. Yekem jina lîstikvana satrancê ya Îranê ye di temenê 18 salî de di 84’emîn mafê beşdarbûna kongreya satrancê ya cîhanê de girtiye. Berê li Îranê lîstikvanên satrancê tenê mêr bûn lê Sarayê ev hişmendî şikand.