Lîstikvana Hind Sebrî dixwaze di xebatên mûmiya yên Misrê de cih bigire

Lîstokvana Tûnisî Hind Sebrî li ser malpera xwe ya kesanî raghand ku ew dixwaze di xebatên mumiya yên melîkên Misrê de cîh bigir. Her çendî ev daxwaza wê li ser tura civakî rastî nîqaş û nerazîbînan hatibe jî gelek kesayetên navdar piştevaniya wê kirin û diyar kirin ku di xebatên lîstikvaniyê de karên baş ên nûneriya jinên Misrê dike girtiye ser milê xwe û dikare di wê xebatê de cîh bigire.

Qahîre – Dê 3 yê Nîsanê ji Muzaxaneya Misrê ev mumya bên dexistin û bibin Muzaxaneya Şaristaniya Misrê. Lîstikvana Tûnisî Hind Sebrî ya ku hewildide di vê xebata mumiyayên Misrê de cîh bigire ev daxwaza xwe li ser hesabê xwe yê kesanî par kir. Daxwaza wê li ser tura civakî rastî nîqaş û nerazîbûnan hat, ji ber bi xwe ne Misriye nerazîbûn piranî li ser wê bû çima ne Misriye û di xebatên wiha yên dîrokî de cîh bigire û nabe nûnertiya melîkên ferûnan bike, ji ber di nava wan de mûmiya yên melîke Hetşesbot, melîke Mêrêt Emon û melîka Ehmes-Nefertarî jî hene. 
Li gel nerazîbûnan jî gelek kesên navdar piştgiriya lîstokvan Tûnisî Hind Sebrî kirin ku di nava wan de  Seroka Meclîsa Netewî ya Jinan Dr. Maya Mersî jî heye. Maya Mersî raghand ku Misir cihê hunermendên Ereb e û tu ferq di nav stranbêj Misrî Şadiye û stranbêj Cezeirî Werde de tune bû.
Her wiha nivîskar Xade Ebd Elel di riya malpera xwe ya kesnî de diyar kir ku Hind Sebrî Misriye ji ber nasnameya Misrê girtiye û rûyê jina Misrî ya esîl temsîl dike. Di nêrîna wê de hejmarek mezin ji şopdarên wê erêkirin û tekes kirin ku Hind Sebrî nasnameya Misrî standiye,  dema ku rola jinên Misrî bi serkeftî lîstiye bi taybet rola Yesra ku di filima bi navê ‘’Demên xweş’’ û  di filîma bi navê ‘’El Cezîrê’’ de jî rola keça ciwan Kerîma lîstiye. Bi van xebatên xwe yên hêja dikare nûneriya jinên Misrî bike.