Li Zîvala Xezayê hejmara miriyan zêde dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Zîvala Xezayê didomîne de, 24 hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Erîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê didomin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, di roja 105’emîn a şer de bîlançoyek nû eşkere kir.

Li gorî wezaretê, ji destpêkirina şerê 7'ê Cotmehê vir ve piraniya wan jin û zarok 24 hezar û 762 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Wezaretê, diyar kir ku 62 hezar û 108 kes jî birîndar bûn û da zanîn ku hê hejmarek zêde mirov di bin kavilan de ne.