Dayîkên Şemiyê: Îbrahîm Kartay ev 32 sal in li ku ye?
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane de aqûbeta li Îbrahîm Kartay, ê ku di sala 1994’an de piştî şewitandina gundê wî ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin û windakirin, pirsîn. Malbatê ragihand ku 32 sal in tu agahî ji wî nayê girtin.
Navenda Nûçeyan – Dayîk û Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya Hezar û 109’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê, Dayîkên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê heftiyê dayîkan li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku berî 32 salan di 15’ê Tebaxa 1994’an de hatibû windakirin, pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayîka Şemiyê Aysel Ocak ve hate xwendin.
‘Me Îbrahîm berda ye, em nizanin li ku ye’
Aysel Ocak diyar kir ku windakirin pêvajoyeke heta ku tê veşartin berdewam dike û wiha dewam kir: “Dewlet berpirsyariya xwe bicih nayne. Lewma jî binpêkirinên mafê mirovan jî berdewam dikin. Di heftiya hezar û 109’emîn de em serpêhatiya Îbrahîm Kartay parve dikin. Di 15’ê Tebaxa sala 1994’an de leşkeran di gundewarên li navçeya Hênê ya Amedê operasyonek destpêkirin. Yek ji wan gundan Gundê Gomeçê bû. Bi sedan leşker ketin nava gund û gund şewitandin. Îbrahîm Kartay bi hevjîna xwe ya ducanî û 3 zarokên xwe re xwest ji gund derkeve. Îbrahîm xwest ji mala xwe hin tiştan derxe lê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin. Leşkeran hevjîna Îbrahîm, Salîme Çakir re got ku ‘Îbrahîm hatiye binçavkirin’. Salîme çend rojan li gundekî din li benda Îbrahîm ma lê Îbrahîm nehat. Paşê Salîme Çakir serî li Dozgeriya Komarê ya Hênê da. Lê tu bersiv bi dest nexist û paşê bi malbatî çûn Qereqola Hênê. Li qerekolê ji bavê Îbrahîm, Kadrî Kartay re hate gotin ku me ‘Îbrahîm berdaye, em nizanin li ku ye’. Bavê wî carekî din çû qereqola leşkeran lê leşkeran gule li Kadrî Kartay reşandin.”
‘Kesên ku Îbrahîm winda kirin nehatin darizandin’
Aysel Ocak destnîşan kir ku piştî çend rojan kesek agahî ji malbata Kartay re şandiye û wiha pê de çû: “Vî kesî gotiye ‘ez bi Îbrahîm re 8 rojan di binçav de mame’. Îbrahîm di binçavan de gotiye ku ‘ew ê min bikujin, agahî bide malbata min’. Tevî serlêdanên malbatê jî tu agahî nehat bidestxistin. Piştî 21 salan kesek agahî ji malbatê re şandiye û gotiye, ‘laşê Îbrahîm di Goristana Hênê de li ber dîreka ceyranê hatiye veşartin’. Malbata Kartay serî li ÎHD a Amedê û Dozgeriya Komarê a Hênê da. Di 3’yê Hezîrana sala 2015’an de li wir çend hestî hatin dîtin û li gorî encamên DNA’yê derket holê ku ew kes ne Îbrahîm Kartay e. Ev 32 sal in hê jî aqûbeta Îbrahîm nayê zanîn û nehatiye eşkerekirin. Kesên ku Îbrahîm winda kirin nehatin darizandin. Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”
‘Em ê her dem Bayram bibîr bînin’
Di dawiyê de endama ÎHD’ê Sebla Arcan jî axivî û rojnameger Bayram Balci yê çend roj berê li Ewropayê jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û got: “Bayram Balci hevalê Nazim Babaoglû bû, her dem li gel Dayîkên Şemiyê sekinî. Em ê jî her dem wî bi bîr bînin.”
Çalakî bi danîna qerenfîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.