Li zaningeha Meşhed Fîrdewsi cudakariya zayendparêzî tê kirin
Cihên vekirî yên li kampusa zanîngeha Meşhed Fîrdewsî û Fakulteya Îlahiyatê ji bo xwendekarên jin û mêr hatine veqetandin. Kesên ku li gorî vê rêgezê tevnegerin, bi desteserkirina qertên wan ên xwendekariyê re rû bi rû dimînin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/05/20230502-20230502-20230501-untitled-1-png05c647-image-jpge2099a-image-jpga4eee7-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Meclisa Yekîtiya Xwendekarên Îranê ragihand ku qada vekirî ya li ber kampûsa Zanîngeha Fîrdewsî ya Meşhed a Îranê û Fakulteya Îlahiyatê bi awayekî zayendparêz ji bo xwendekarên jin û mêr hatiye veqetandin.
Meclîsê diyar kir ku li derve ji bo jin û mêran cih, mase û kursiyên cuda hatine amadekirin û xwendekar li dijî vê biryarê derketin, her wiha hat parvekirin ku rayedarên zanîngehê ev pêkanîn li gorî 'rêbazên exlaqî û şerîetê' kirine.